Li ber Tipa Edlî 2 jin hatin binçavkirin

12:31

 


JINHA


STENBOL - Cenazeyên endamên DHCK'ê Şafak Yayla û Bahtiyar Dogruyol ên ji aliyê polisan ve hatin qetilkirin birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li ber Tipa Edlî du jinên pankarta "Şervanên gel ên ji bo Berkîn edalet xwestin nemir in" vekirin hatin binçavkirin. Cenazeyê dozger ê ku di çalakiyê de jiyana xwe ji dest da jî dê bê definkirin.

Cenazeyên endamên DHCK'ê Şafak Yayla û Bahtiyar Dogruyol ên ku bi daxwaza "Bila qatilên Berkîn bên aşkerakirin" dozgerê berê xwe dida lêpirsîna Berkîn Elvan Dozger Mehmet Selîm Kîraz dîl girtin û di operasyona polîsan de jiyana xwe ji dest dan sewqî Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê ya Stenbolê hatin kirin. 2 jinên li ber Saziya Tipa Edlî pankarta "Şervanên gel ên ji bo Berkîn edalet xwastin nemir in" vekirin, hatin binçavkirin. Li ber Saziya Tipa Edlî polîs tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Cenazeyê Dozger Mehmet Selîm Kîraz ê ku şevê din birine Nexweşxaneya Florence Nightningalê jî sewqî Saziya Tipa Edlî kirin. Dê ji bo Selîm li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê merasîm pêk bê û pişt re dê li Goristana Eyupê bê definkirin.

(zt)