KJA: Em rojbûna azadiyê silav dikin
13:44
JINHA
AMED - KJA'ê destnîşan kir ku analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherîne pîvana azadiyê. Di daxuyaniya KJA de hat ragihandin Ocalan mizgîniya şoreşa jinê ye û bi paradîgmaya xwe re cîhanê ronî dike. KJA'ê got, "Di 4'ê Nîsanê rojbûna azadiyê de, bi reng û tilîliyên xwe em li pîrozbahiya li Amara bin."
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîroka mirovahiyê dîroka berxwedan û têkoşînên bê eman ên zanayên li heqîqetê digerin e û hat destnîşankirin, ku Ocalan weke lîderê berxwedana ku gelek ji tinebûnê ber bi hebûnê ve aniye, cihê xwe di nava zanayên dîrokê de girtiye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku mîna hemû lîderên li hemberî sîstemên serdest berxwedaneke bi rûmet nîşan dan Ocalan jî îro li zîndanên herî hov ên modernîteya kapîtalîst tê ragirtin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ya ku tê xwestin li Girava Îmraliyê dîl bê girtin, di kesayetiya wî de, daxwaza jiyana însanî azad û wekhev a gelan e; paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ye. Analîzên wî yên civakî ku rastiya Kurdistanê derxistin holê, îro gerdûnî bûne û ji bo hemû gel, bawerî, kedkar, ciwan, jin û cihêrengiyan bûne pîvana azadiyê. Ji ber vê yekê zîhniyetê dewletperest ê bi serdestiya mêr û sîstema kapîtalîst, ti sîstemeke alternatîfê xwe qebûl nake û dixwaze ji holê rake. Lê belê Girava Îmraliyê îro ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bûye bîrdariya azadiyê. Ji ber vê yekê sîstema kapîtalîst azadiya Rêberê me naxwaze."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan mizgîniya şoreşa jinê ye û hat gotin, "Dayikên ku di şer de zarok û axa xwe winda kirin, jinên keda wan tine hatin hesibandin û bedena wan her tim wek meta hatin bikaranîn, jinên karkerên çandiniyê yên di qaseyên traktorê yên di qezayan de jiyana xwe ji dest dan, Ozgecanên rastî destavêtinê hatin û hatin qetilkirin, Nevînên ji ber mêrê dest avêtê kuşt bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hat mehkûmkirin, her tim di dilê wî de bûye êşek." KJA'yê diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ronî dike û ji bo pîrozbahiyên rojbûna Ocalan ev bang hat kirin: "Di 4'ê Nîsanê rojbûna azadiyê de, bi reng û tilîliyên xwe em li pîrozbahiya li Amara bin."
(zt)

