Li Efrînê amadekariyên cejna Çarşema Sor

14:18

 


JINHA


EFRÎN - Hevseroka Komeleya Êzîdiyên a Rojava Gulê Cafer di derbarê 15’ê Nîsanê pîrozkirina Çarşema Sor de nirxandin kir û diyar kir ku komeleya wan dest bi amadekariyên pîrozkirina cejna Çareşema Sor kiriye.


Hevseroka Komeleya Êzîdiyên a Rojava Gulê Cafer derbarê amadekariyên pêşwazîkirina cejna Çarşema Sor a ku wê di 15`ê Nîsanê de bê pîrozkirin axivî û da zabşb ku ji beriya demekê wan dest bi amadekariyên pîrozkirinê kiriye. Gulê cejin li hemu êzîdî û gelên herêmê pîroz kir û derbarê amadekariyên pîrozkirinê de ev agahî dan: “Komîteyeke taybet xebatên amadekariyê dişopîne. Kêm maye amadekarî bi dawî bibin. Dîmenên hunerî û çandî ku dê di şahiyê de bêne pêşandan amade ne. Her wiha koma zarokan a dibistanên êzdiyan ên herêmê ji bo xwendina sirûdên olî yên êzdiyan di şahiyê de hatiye amadekirin.”


(zt)