Li hember şideta ser jinan kampanyeya rêxistinbûnê

09:11

 


Gulşen Koçuk/JINHA


WAN – Ji aliyê KJA yê ve li hember cînayetên jinan yên li Kurdistan û Tirkiyê bi navê ‘întiharê’ zêde dibin de seferbarî da daspêkirin. Aktîvîsta KJA yê Nuran Yilmaz girêdayî cînayet û şideta ser jinan nirxandin kir. Nuran diyar kir ku ew li hember cînayetên jinan yên bi destê dewletê pêşdikevin weke rêbaza tekoşînê kampanya dane despêkirin  û rêxistinbûnê bingeh digirin.


Her roj herî kêm li Kurdistan û Tirkiyê pênc jin tên qetilkirin û ser nasnama jinbûnê êrîş berdewam dike. Kangra Jinên Azad (KJA) li wanê weke rêbazek nû ya tekoşîna li hember şidetê kampanya dane despêkirin. Aktîvîsta KJA yê Nuran Yilmaz rêbazên tekoşîna jinan ya li hember şidetê nirxand.


‘Ne întihar qirkirinin’


Nuran da zanîn ku ser jin û ciwanan êrîş hene û wiha got: “Duh me zarokek 17 salî binax kir. Di bin vê de bi zorê zewicandin û di temenê zarok de ducanîbûne û tiravmayên di dema ducanî bûnê de dijîne. Dema bêje întihar pir rast nayê dîtin, di rastiyê de qirkirine. Divê pergala ku civakê jî di qirkirinan re derbas dike baş bê dahurandin.”


‘Emê bi rêxistinê despêbikin û bi jineolojiyê bilind bibin’


Nuran balkişand ser giringiya zanista jinan jineolojiyê û wiha domand: “Emê tekoşîna xwe bi zanista jinê re bigihînin hev û li her derê jîndar bikin. Ji ber zanista jinê jineolojî hemû jiberkirinan diqedîne. Em weke têgihek ya jinan di aliyê nasname, beden û biyolojî de ji mêran cuda dikeye. Emê bi jineolojiyê re ji xwe hez bikin, xwe ji nûve bigirin dest, binê têgihê dagirin û bi jiyanê re bikin yek. Ji ber ne tenê mijarek ya bijîşk û akademisyen binirxînine. Ji ber jineolojî şaxek zaninê ya hemû beşê civakê digire nava xweye, ji ber wê jî em arancdikin hemû civakê dibin banê jineolojiyê de bigirin dest. Emê seferberiyê bi rêxistinbûnê re despêbikin û bi jineolojiyê bilind bikin.”


 (zt)