Bi hinceta ‘cam şikandiye’ ji bo girtiya nexweş 4 roj cezayê hucrê!
09:15
JINHA
KOCAELİ – Ayfer Ayçiçek ya ku ji ber nexweşiya sinir bijîşkan rapora ‘Şertên wê yên mayîna girtîgehê nîne, nikare di girtîgehê de bimîne’ danê jî cardin bernadin û bi hinceta cam şikandiye 4 roj cezayê hucrê danê. Jinên girtî mayîna Ayfer ya di girtîgehê de weke kirinek “ne mirovane” nirxandin û gotin: “Li gorî tê zanîn nexweşe û li gel wê jî cezayek wiha dayînê mînakek ji nêzîkatiya girtîgehan ya li hevalên meye.”
Girtiya nexweş Ayfer Ayçiçek ya k udi sala 2007’an de li Edeneyê hatî girtin, 8 mehan di hucra yek kesî de mayî, paşê surgunî gelek girtîgehan hatî kirin, li Girtîgeha Tîpa L ya Entalya dimîne, ji ber nexweşiya sinir hatiye asta ziyanê dide xwe û derdora xwe. Ji bo Ayfer Ayçiçik ya k udi 18’ê tîrmeha sala 2014’an de sirgunî Girtîgeha Girti ya Tîpa M ya Gebze kirin hevalên wê ji bo tedawiya wê ji Saziya Pergala Civaka Sivîl ya Ceyayê Înfazê (CÎSST) re nivîsîn. Hevalên Ayfer yên kouşê diyar kirin ku Ayfer hatiye rewşek wiha ziyanê dide xwe û derdora xwe. Bijîşk û derunas jî dane zanîn ku divê teqez Ayfer bê tedawîkirin.
Hakimê Înfazê ceza red kiriye lê…
Ser îsrara hevalên wê Ayfer rakirine Nexweşxana Sinir û Ruh ya Bakirkoyê. Li wê demekê tedawî ditiye û paşê jî bijîşkan bi awayê “di girtîgehê de mana wê ne gengaze” nêrînên xwe dane diyarkirin jî lê mixabin cardin jî şandin Girtîgeha Gebzê. Bi hincetên dema li Girtîgeha Alanya maye qirîza sinir derbas kiriye û “cam şikandiye” 4 roj cezayê girtîgehê dayê. Ji bo rakirina ceza parêzerê Ayfer serî li Dadgerê Înfazê yê Alanya yê da lê dadger ji ber “rewşa wê ya nexweşiyê” ew daxwaza parêzer red kir.
Dozger û Dadgerê Cezayê Giran ji nedîtî ve li raporê nêrîn
Li gorî biriyara 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Alanyayê di navbera 13-16’ê Adarê de Ayfer girtin hucra yek kesî. Girêdayî mijarê Girtiyên PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşandin û cezayê hucirê yê dayîn Ayfer Ayçiçek şermezar kirin. Jinên girtî dan zanîn ku Ayfer ji ber polîtîkaya şertên tecrîtê wiha bûye û di wan 4 rojên di hucrê de mayî zêdetir nexweşiya wê giran bûye.
‘Mînaka nêzîkatiya li girtiyên nexweş’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em vê hilwesta li hember hevalên xwe û hemû girtiyan tê meşandin bi tundî şermezar dikin û bang li raya giştî dikin ji bo dawîhatina van kirinan bikevin nava hewildanan. Hevala me Ayfer Ayçiçek di 26’ê hezîrana sala 2014’an de li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ji ber giranbûna nexweşiya xwe kirîz derbaz kiriye û camek şikandiye. Girtîgehê ji ber pirsgirêka tenduristiyê hevala me şandin Girtîgeha Gebzê. Paşê jî ji ber şikandina camê 4 roj cezayê hucrê dan hevala me Ayfer. Li gel rewşa nexweşiya hevala me dizanin û li gel wê jî cezayek wiha dayîn, mînakek ji nêzîkatiya girtîgehan ya li hember girtiyên nexweşe. Em girtiyên Girtîgeha Gebzê weke hevalên Ayfer Ayçiçek cezayê li hevala me hatiyî birîn weke nêzîkatiya dewletê ya li hember girtiyên nexweş, weke mînakek ji nêzîkatiya dewletê ya di îskencexaneyan de li hember hevalên met ê kirin dixwazin parvebikin. Em van nêzîkatiyên li hember hevalên xwe û hemû girtiyên li girtîgehan şermezar dikin û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş banga hestiyarû û baldariyê li raya giştî dikin. Em bang li Wezîrê dadê dikin ku peyîwira xwe bîne cîh.”
NY divêje ‘Divê di cihê xwe de bê tedawî kirin’
Ofisa Suc û Narkotikê ya Netewên Yekbûyî ya Tirkiye jî endamê wê ye girêdayî; yên tenduristiya wan ya giyanî ne li cîh, tercîha divê li cihê hefskirinê bên tedawî kirin dikin.
(zt)

