Anahîta Sîno 17 salin helbest dinivîse

09:49

 


Dîdem Elî/JINHA


SERÊKANÎYÊ – Li Serêkaniyê Anahîta Sîno ya 47 salî 17 salin helbest dinivîse. Dayîka 4 zarokan anahîta ya jin û şoreşa Rojava digiredest diyar kir ku wê heya dawiya temenê xwe helbestan binivîse û banga xwedîderketina li çanda kurdî kir.


Anahîta Sîno ya 47 salî kul i bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Cizîrê 17 salin helbestan dinivîse.  Dayîka 4 zarokan ya k udi Komiteya Çand û Hunerê de cîh digire da zanîn ku ev du salin wê di xebatên çand û hunerê de cîh girtiye û wiha domand: “Min berê bi zimanê erebî helbest dinivîsî, lê bi şoreşa Rojava re min dest bi nivîsîna helbestên bi zimanê kurdî kir. Helbesên min piranî ser jin û şoreşa Rojavaye. Bê hêz û morala kum in ji hevalên xwe girtî min bi kurdî helbest nîvîsîn. Min berê kurdî nedizanî, lê bi şoreşa Rojava re min biriyara bi kurdî nivîsînê da û bi serketim. Ez êdî kurdî dinivîsim. Mirov bi zimanê xwe bizane û bi zimanê xwe xwe bîne ziman şanaziyeke.”


‘Zarokên min min ji bo xwe mînak digirin’


Anahîta wiha axivî: “Zarokên min li min dinêrin û dixwazin weke min bin. Bala zarokên min jî pir ser nivîsîna helbestan hene. Ji ber wê jî zarokên min dest bi nivîsîna helbestan kirine.” Anahîta bilêv kir ku wê ji bo di helbestên bi navê “Rojava” û “Dayîk” dest daye pênûsê û wiha berdewam kir: “Heya dewiya temenê xwe ez bi biriyarim ku nivîsîna helbestan berdewam bikim. Ez bang li gelê kurd dikim ku li çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Heger dixwazin pêşkevin, werin em bi çand, huner û dîroka xwe pêşbikevin. Ez di helbestên xwe de şoreşa Rojava û pêşengiya jinan ya di refên berxwedanê de dinivîsim.”


 (zt)