Li Xelfetî kelecana 4’ê Nîsanê serwere

10:33

 


JINHA


AMED – Bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahiyên rojûnê Xelfetî ji pêşewazîkirina sedhezaran mirovan re amadeye. Endama Komiteya Amadekar ya pîrozbahiyê Bahar Oktay ji bo kelecana azadiyê her kes vexwend Xelfetiyê.


Bi pêşengiya Federasyona Komeleya Şêwirmendiya Hiquqi ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAD-FED) li Xelfetiyê 4’ê Nîsanê 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bê pîzorkirin û amadekarî jî li ber qedandinêne. Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Meydana Azadiyê 66 rengê şitilan hatin çandin. Her wiha dê di pîrozbahiyê de 66 hunermend jî bi hev re derkevin ser dikê.  


Ji parêzerên TUHAD-FED’ê û Endama Komuta Amadekar ya pîrozbahiyê Bahar Oktay wiha axivî: “Qad ji bo mitîngê amadeye. Di sala derbazbûyî de ji sed hezaran zêdetir gel herikîbûn qadê. Em îsal li benda 150 hezaranin.” Bahar bilêv kir ku dê pankart û dovîzên azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tîne ziman bên vekirin û wiha domand: “Emê konek yê wêneyên Rêber Apo têde bê pêşandan vekin. Dê bi boneya 66’emîn rojbûna Rêber Apo 66 hunermend di mitîngê de derkevin ser dikê. Dê ji bo Mustafa Dag û Mahsun Karaoglan yên berî niha 6 salan di meşa Amarayê de ji aliyê leşkeran  ve hatîn qetilkirin bîranîn bê çêkirin.”


Bahar destnîşan kir ku ji bo welatiyên jig elek deverên Kurdistan û Tirkiyê bên wan cihê manê amadekiriye. Bahar da zanîn ku welatiyên Xelfetiyê ji bo pêşewazîkirina mêvanên xwe navnîşanên xwe li gel me hêlane û emê wiha mêvanên xwe li malan belav bikin. Bahar diyar kir ku bi duruşma “Ji Ocalan re Azadî” ji sê aliyan ve meş hatiye despêkirin, meşa ku ji Riha, Semsur û Dîlokê hatî despêkirin dê di 3’ê yê Nîsanê de li Xelfetiyê bigihin hev û bi girseyî bên pêşewazî kirin. Bahar anî ziman ku bi kelecana azadiyê ew di 4’ê Nîsanê de li Xelfetiyê benda mêvanên xwene.


 (zt)