PAJK: Divê di 4’ê Nîsanê de berxwedan bilind bibe
11:34
JINHA
BENDÎNAN - Koordînasyona PAJK'ê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û got, "Divê em meşa Amara ya 4'ê Nîsanê veguherînin rizgariya demokratîk, roja jiyana azad û têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
Di daxuyaniya nivîskî ya Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK) de hat ragihandin ku jiyan di nava dualîtiya bi qasî çemekî kesk bi coş û bi qasî xaka ziwa ya ji rengê zer ê çolê mirî, bi awayekî bê eman xwe daye der û li xaka Rihayê, rastî bi şêweyê serhildanên dîrokî yên hişyarbûna li dijî mirinê, hatiye jiyîn. Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Seok Apo di 4'ê Nîsanê de, li hemberî rastiya lanetbûyî ya dihat jiyîn, hebûn ji nû ve ava kiriye û lêgerîna wî ya li afirandina hebûnê, vejîna şaristaniyeke nû ferz kiriye" û destnîşan kir ku Ocalan li dijî şaristaniya dewletarêziyê îsyana destpêkê ye.
‘Rêber Apo bi îsrar havaltiya bi jinê re pêşxist’
Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzîkatiya rizgariya civakê ya xwe dispêre azadiyê, bi feraseta soyalîzma demokratîk re kiriye yek û anî ziman ku dijberiya xwe ya li desthilatdarî, çînî û dewletê li ser bingeha ji holê rakirina şaristaniya pênc hezar salî ya bi serdestiya mêr kûrtir kir û bi pêşdeistina şaristaniya demokratîk a xwe dispêre jinê re alternatîfek afirand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li hemberî şaristaniya kapîtalîst a ku jiyan li Kurd û Kurdistanê kir goristan û xwest wan mehkûmî tenêtiyê bike, ji dayik bûna Ocalan ji nû ve şiyarbûna li vejîn, coşa azadî û jiyanê ye û got, "Jin a bê cih û war hat hiştin, li pişt deriyên girtî bûye xwedî zanebûnekê; azadî derfeta yekane ya eşqa welat e. Ji bo dest ji çarenûsa xwe ya bi tarîtiyê hatibû pêçandin berden, li benda tiştekî bi tenê bû; ew jî zanaye eqşê bû. Û jinan tarîtî tarikandin û hatin ocaxa azadî û eşqê. Cîhanê çavkaniya xwe ya îlhamê, mirovahiyê bi bandoriya xwe careke din bi Apoyîtiyê re qezenç kirin. Mazlûm, Mahsûm, Zîlan û Sara bûn nîşane û kelama vê yekê."
‘Li hember modernîteya kaputalîst ji nû ve berxwedan’
PAJK'ê diyar kir ku mêtîngeriya dewleta Tirk a 2 sed salî ku rastiyên Kurd û Kurdistanê belav kir û jê hebû ku gelek, welatek xistiye gorekê, ev xal destnîşan kir: "Bi awayekî mezin xwe xapandin, ji aliyê paradîgmayî ve hilweşiyan, îflas kirin. Di kesayetiya Rêberekî de dîrok, civak û nêrînê bi guherîna paradîgmayî re, serdemeke nû ya şaristaniyê pêk aniye. Rêber Apo li dijî şaristaniya derewîn şaristaniya rasteqîn, li hemberî şaristaniya koledariyê şaristaniya jiyana azad a rastiyan di jiyana xwe de bicih aniye. Rojbûna Rêber Apo bûye rojbûna jinê, gel û bindestan."
‘Emê rojbûna jinan û gelan pîroz bikin’
PAJK'ê destnîşan kir ku taybetmendiya bingehîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hunera wî ya gerdûnîkirina pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkên civakî ye û got, "Ji ber vê yekê hêzên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk a mêtînger Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve dîl girtine. Di kesayetiya wî de xwestine ji nû ve afirandina şaristaniya demokratîk a li Rojhilata Navîn, jiyana azad a bindestan asteng bikin. Serok Apo li hemberî vê rewşê, Hilhatina 3. bi avakirina paradîgmaya şaristaniya demokratîk re gerdûnî kiriye."
‘Azadiya Rêber Apo azadiya meye’
Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku 4'ê Nîsanê cejneke gerdûnî ya azadiyê ye, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li gorî vê wateyê tê pîrozkirin û Dayika Uveyş bibîr zanî. Di daxuyaniya koordînasyonê de hat gotin, "Em welidîna jinê û gelan pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku ku ji heft heta heftê salî her kes bi coş û rengê xwe beşdarî vê cejna azadiyê bibin. Çawa ku Newroz rojeke hişyarbûn û berxwedanê ye, 4'ê Nîsanê jî hişyariya li şarisatniya mirovahiyê û roja hilhatina şaristaniya demokratîk e. Ji ber vê yekê divê em meşa Amara ya 4'ê Nîsanê veguherînin têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Serok Apo, roja rizgariya demokratîk û jiyana azad û li ser bingeha xurtkirina berxwedanê pêşwazî bikin. Soza me li Serok Apo, jinan û gelan e: Azadiya Serok Apo azadiya me ye, heta ku em xwe bigihînin azadiya xwe, em ê kêliyekê jî nesekinin."
(zt)

