Wêneyên 4’ê Nîsanê bi destê jinan tê amadekirin
12:53
JINHA
AMED – Jinên Xelfetiyê bi bneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo wêneyan bigihîne bi hezaran mirovan şev û roj dixebitin. Jinên ser terziyê bi kelecan wêneyan didirun daxwaza wan tenê 4’ê Nîsana salekdinê li gel Abdullah Ocalan pîroz bikin.
Bi pêşengiya Federasyona Komeleya Şêwirmendiya Hiquqi ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAD-FED) li Xelfetiyê 4'ê Nîsanê 66'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bê pîrozkirin amadekarî berdewam dikin. Xelfetî li benda 150’î hezar mêvanên xwene. Jinên Xelfetiyê jî ji bo her mêvanên xwe yên bên pîrozbahiyê wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xelatî wan bikin bi şev û roj dixebitin. Jinên ku diruna wêneyên di mitîngê de jî bên vekirin hilgirtine ser xwe bi kelecan xebata xwe didomînin.
‘Em karek rometdar dikin’
Naime Bayram diyar kir ku ew karek gelek rometdar dikin û wiha domand: “Ji ber di amadekariya mitîngê de keda me jî heye em gelek serbilind û şanazin. Tê payîn ku îsal dê tevlîbûnek gelek bi hêz hebe ji ber wê jî em karê xwe bi tendurist dikin. Ez dixwazim her kes bê vê kelecanê li vêderê jiyan bikin. Em li bendêne tevlîbûn îsal du qatbibe. Banga me ji bo her kesîman û gelan heye. Ser vê xakê ber bi azadiyê ve gav avêtin ya herî bedewe. Di hemû temenê me de ya herî xweş û bedew li gel Rêbertiya xwe rojbûn pîrozkirine.”
‘Nîşandana girêdanê’
Sultan Erol jî da zanîn ku weke gelê Xelfetiyê ji bo amadekariyên mitîngê bi hefteyan berê wan dest bi xebatê kiriye û wiha berdewam kir: “Em niha ji Rêbertiya xwe dur rojbûnê pîroz dikin. Xebata me ne tenê ji bo 4’ê Nîsanê ye. Ev coş û kelecan nîşaneya girêdana vî gelî bi Rêberiya wan û axa wan rene. Cîhgiritina me ya li vê derê di heman demê de em rawestandina şer û azadiya Rêbertiya xwe dixwazin.” Sultan bilêv kir ku divê hemû kesên di lêgera azadiyê de bên tevlî pîrozbahiyên Xelfetî û Amarayê bibin.
(zt)

