Xwediyê Xelata Pêşbaziya Helbestan ya Arjen Arî diyar bû

13:48

 


JINHA


AMED – 2’emîn Pêşbaziya Helbestên kurdî ya Arjîn Arî bi dawî bû û helbestvanên di pêşbaziyê de hêjayî xelatê hatin dîtin diyarbûn. Di Pêşbaziya Helbestan ya Arjen Arî de Osman Kaval hêjayî xelatê hat dîtin.


Bi armanca zêdekirina berhem û dengên nû di wêjeya kurdî de 2’emîn Pêşbaziya Helbestan ya Arjen Arî hat li darxistin. Lijneya hilbijartinê ya pêşbaziya Arjen Arî bi daxuyaniyekê navê helbestvanên derece girtin û hêjayî xelatê hatin dîtin diyar kirin. Daxuyanî li avahiya Şaxa Egitim Sen a Amedê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê gernendeyê Gişti yê Weşanxaneya Lîs, Lal laleş ve hat xwendin. Lal destnîşankiri ku pêşbaziya Arjen Arî dengek nû li edebyata kurdû zêde dike û wiha axivî: "Ev pêşbazî, li hember bendên li ber wêjeya kurdî, li hember qedexeya li ser zimanên zikmaki ye.  Pêşbaziyên bi vî rengî têkoşîna wekheviya gelan bilind dike."


'Berhemên hêjayî xelatê hatin dîtin'


Lejneya ku ji Berken Bereh, Lal laleş, Ferhat Pîrbal, Beyar Bavî û Necla Arî pêk tê, berhema bi navê  Dosyeya 11’emîn hêjayî xelatê dîtin. Dosyeya 11’emîn bi zaravayê kirmanckî ji aliyê Yehya Yavuz ku bi navê  Yehya Omerî tê nasîn ve hatiye nivîsandin. Ev berhem jî dê ji aliyê Weşana Çapemeniya Gerduni yê ve were çapkirin. Di pêşbaziya îsal de Osman Kaval hêjayî Xelatê hat dîtin. Xelata Rûmetê ji bo kesên ku alîkarî dane têkoşîna ziman û wêjeya kurdî tê dayîn.


Dê xelata pêşbaziya helbestan ya Arjen Arî di çarçoveya Fuara Pirtûkan ya ku îsal li dar bikeve de bên belavkirin. Xelat dê di roja 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di Fuara Pirtûkan de bên dayîn. 


(şh/zt)