‘Divê em zarokên otîzmê bi tenê nehêlin’

14:00

 


JINHA


AMED - Bi boneya salvegera roja pejirandina otîzma cîhanê Komeleya Tekoşîna Otîzmê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Serokê Komela Otîzmê Adnan Aydin ve hat xwendin û got: “Otîzm ne nexweşiye. Dema ku zarokên Otîzmê karibin pirsgirêkên xwe yên civakî û tenduristî bînin ziman, jiyana wan bi awayek asayî derbas dibe. Ji bo ku em zarokên Otîzmê bi tenê nehêlin divê em pirsgirêkên wan di rojekê de bi sînor neki. Em her roj ji bo wan bixebitin."


Bi armanca balkişndina ser giringiya perweda zarokên Otîzmê di salvegera roja pejirandina otîzma cîhanê Komeleya Tekoşina Otîzmê daxuynek dan. Daxuyanî li ber avahiya AZC plaza hat dayîn. Daxuyanî bi  beşdarîya Navenda Otîzmê ya taybet, Qada Jiyana Hevbeşî  ya Sumer Parkê û Komeleya Tekojîna Otîzmê ji bo balkişandina  ser otîmzê daxuyaniyek hat dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi sernivîsa “Otîzm Ne Nexweşîye Hay Je Bûne”, “Ez mîrovek bi otîzmê ketime, ez ji xwe fêhim nakim tu min fêhim dikê' û divîzên weke “Otîzmê hez bikin' nivîsandin hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Komela Otîzmê Adnan Aydin ve hat xwendin. Andan balkişan ser perwerda zarokan otîzmê û wiha got: “Otîzm ne nexweşiye. Dema ku zarokên Otîzmê karibin pirsgirêkên xwe yên civakî û tenduristî bînin ziman, jiyana wan bi awayek asayî derbas dibe. Ji bo ku em zarokên Otîzmê bi tenê nehêlin divê em pirsgirêkên wan di rojekê de bi sînor neki. Em her roj ji bo wan bixebitin."


(do/zt)