100 jinên koma erbanê li Xelfetiyê ne

14:43

 


JINHA


RIHA – Îsal ji bo 11’emîn pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan Xelfetî malavahiyê dike û ji niha de herikîna welatiyan ya qada mitîngê despêkiriye. Koma erban jinan ya endamên NÇM’ê k udi 8’ê Adarê de bi pêşandana muzîkên xwe balkêşbûn niha jî bi koma xwe ya erbanê ya ji 100 jinan pêktê li ji bo pîrozbahiya 4’ê Nîsanê li Amarayê ne.


Ji bo pîrozbahiya 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan navçeya Xelfetiya Rihayê malavahiyê dike, ji niha de gelek hunermend jî di navê de gel ber bi Xelfetiyê ve diherikin. Li gel 66 hunermendên dê di pîrozbahiya 66’emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derkevin ser dikê, ji hunermendên NÇM’ê koma erbana jinan ya ji 100 kesan pêktê jî dê derkevin dikê. Koma jinan ya erbanê k udi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi muzîkên xwe di Meşa Jinan ya Cîhanê de balkişandibûn ser xwe niha li Xelfetiyê ne. Gelek jinên endamên NÇM'ê ji Amed, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn û Rihayê ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Xelfetê ne li qada ji bo mitîngê hatiye amadekirin prova dikin. Di provayên jinan de dîmenên rengîn dixwiyê.


Kelecan ji niha de despêkiriye


Koma erbanê ya ku dê bi giştî 8 sitiranan bêjin li gel wan ekîba govendê jî heye. Jinan diyar kirin ku dê stirana Aram Tigran ya “Hevalê Serok” bêjin û atfî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikin.


Ji endamên komê Hediye Kalkan diyar kir ku dê jinên Kurdistanê rengên xwe bînin beşdarî mitînga 4’ê Nîsanê bikin û wiha domand: “Ji bo em bi erbanê dengê xwe bidin bihîstin hatine. Emê bi defîle, stiran û lîstokên xwe girêdana xwe ya bi Rêbertiya xwe re bi hemû cîhanê bidin bihîstin.” Axîn Guneş jî bilêvkir ku ew di rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de kombûna 100 jinan bi dengê erbanê gelek girîng dibîne û wiha berdewam kir: “Bi saya Rêbertiyê jinan xwe nas kiriye û pêşiya xwe dîtiye. Ev ji bom e xelateke, me jî xwest em ji bo Rêbertiya xwe gavekê bavêjin û em jî bi hemû rengên xwe hatin Xelfetiyê. Dema ku koma jinan ya erbanê prova digirtin welatiyên derdorê kombûn û li ber dengê defê govend gerandin.


(zt)