Jinên Derbendîxanê li hember qirkirinên jinan li ser piyanin
16:48
JINHA
SILÊMANIYE - Jinên li herêma kurdistan li hember komkujiyan li ser piyanin. Bi armanca protestokirina komkujiyên li ser jinan bi dehan jin kombun û ji polîtîkayên li ser jinan tên meşandin re gotin ‘na’.
Li navçeya Derbendixan a Silêmaniyê a Harêma Federala Kurdistanê jin li hember komkujiyên ser jinan berdewam dikin meşiyan. Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK), Yekitiya Jinên Kurdistan, Komeleya Jinên Derbendîxan, Yekitiya Afretên Kurdistan, Xuşkanî Yekgirtû Îslamî û Xuşkanî Komeleya Îslamî Kurdistan, bi armanca protestokirina komkujiyên dawî yên li navçeyên Derbendixan û Şarezur li ser jinan hatîn kirin hatin gelhev. Bi dehan jin li bazara Derbendîxan kombûn û berbi nivîsîngeha parlamentoya herêma kurdistan ya li Darbendixan ve meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî, Jin jiyane jiyanê nekuje’ qêriyan.
Li hember şidetê banga baldariyê
Jinan li ber derê nivîsîngeha parlamentoyê daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Di daxuyaniya ku li ser navê rêxistinên jinan hat xwendin de bal hat kişandina ser komkujiyên ser jinan her diçe zêde dibe û wiha hat gotin: “Dinava heftiyekê de li Derbendîxan 2 jin hatin qetilkirin. Qetilkirina jinan li dijî exlaqe, divê li hemberî van qetilkirinan qanûnên yasayî de guhertin bên çêkirin.” Jinan bang li walitiya Silêmanî, qeymeqamtiya Derbendîxan û saziyên din kirin daku li hemberî van komkujiyan bêdeng nemênin. Divê ji bo jinan bikevin nav liv û tevgerê. Herwiha hat gotin ku divê jinên li hemberî şidetê tên bên parastin û ji îro û pêve jin neyên qetilkirin.
(zt)

