Xwendekarên akademiyên Rojava 4’ê Nîsanê pîroz kirin
17:08
JINHA
QAMÎŞLO -Şagirtên akadimiyên Qamîşlo bi şahiyekê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin .
Bi boneya 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê xwendekarên Akadimiya Ziman, Dîrok û Wêje ya Celadat Bedirxan û Akademiya Mezopotamya ve şahî hat li darxistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û pasta ku hatibû amedekirin ji aliyê şagirtan ve hate birîn. Di şahiyê de bê navber duruşên weke “Bijî Serok Apo” û Bê Serok jiyan nabe” hatin bilind kirin. Di berdewamiya şahiya ku hatiye orgenîzekirin de axftin ji aliyê Rêvebera Ekadimiyan Dicle Efrîn ve hat kirin. Dîcle rojbûna Rêberê PKK’ê li şagirtin pîroz kir. Her wiha şahî bi stranên ku ji aliyê Hunermend Sosin û Koma Şehîd Sakîne ve hatin pêşkêşkirin berdewam kir.
Şahî bi gerandina govendê li ber dengê stranên û berzkirin a durişmeyan bi dawî bû.
Piştî şahiyê xwendekaran dar çandin.
(zt)
