Asya:Jin li ser esasê bîrdoziya xwe têkoşînê didin

08:33

 


JINHA


AMED-Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah, ku ji bo mitînga 1'ê Îlonê hatibû Amedê, rewşa jinên Rojava, polîtîkayên li derve yên der berê Rojava, modela rêveberiya Rojava, pêşeroja gelên Rojava, bandora êrîşên çeteyan a li ser jinan û Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxand. Asya diyar kir ku ji bo pêşerojek azad a Rojava û Sûriyeyê pêwîste hemû gel û jinên li Sûriyeyê bibin yek.


Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah ku ji bo 1’ê  Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatine Amedê derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê, gelê Rojava, têkoşîna jinên Rojava û êrîşên komên çete yên li ser gelê Rojava pirsên ajansa me JINHA bersivandin. Asya Abdullah di destpêkê de hemû hemû jinên aştîxwaz û yên têkoşer slav kir û wiha got: “Em bi heviya ku  di Roja Aştiyê ya Cîhanê ya 2013’an de riya çareserî, azadî û wekheviyê li peşiya gelê kurd û hemû deriyên ku heta niha hatine girtin bên vekirinin û em bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hatina me ya bakurê Kurdistanê li ser vexwandina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)  pêk hat. Gelê kurd her tim xwedî berxwedaneke bi rûmet e. Ji bo wê jî dema ku em hatin Amedê me gelek moral û hêz girt. Di dema hatina me de jî ji bo me eleqederbûnek mezin hebû. Ev jî me gelek kêfxweş kir. Ji ber wê jî em gelek kêfxwşin bûn ku di 1’ê  Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin Amedê.”


Gelo rewşa Sûriyeyê  ya niha çawa ye? Hûn dikarin behsa rewşa Sûriyeyê û ya Rojava bikin?


Di dema niha de li Sûriyeyê û Rojava şerek pir dijwar diqewime. Bi taybetî tundiya ku li Sûriyeyê dijwar bûye, hem ji aliyê gelê Sûriyeyê û hem jî ji aliyê gelê kurd ve bi kurahî tê nirxandin. Ger peşiya vî şerî neyê girtin dê li Sûriyeyê rewşeke xeter pêş bikeve. Ji ber wê jî divê li ser hêza ku pêşiya şer bigire, biryarên siyasî bide û ji bo pêşeroja Sûriyeyê modelek ava bike, nîqaşan baş pêş bixin. Lê niha ji bo pêşeroja Sûriyeyê ku hemû gelên Sûriyeyê xwe di nava modelekî de bibînin tune ye û li Sûriyeyê hêza ku pêşengiya vê yekê bike jî tuneye û bi taybetî jî muxalîfên Sûriyeyê nikarin vê modelê pêk bînin. Ji xwe bandora wan a demokrasiyê jî li ser gel tuneye. Li Sûriyeyê perçebûnek heye û biryarên ku ji aliyê hêzên derve jî tên dayîn li gorî berjewendiyên wan in. Ji ber ku nezelalbûna li hemberî gelê Sûriyeyê û rewşa Sûriyeyê heye, ev jî dibe sedema ku şer berdewam bike. Şerê ku li Sûriyeyê hatiye dest pê kirin,  bi taybetî li hemberî Rojava hatiye destpêkirinin . Ev şer bi taybetî 16 mehe li hemberî Rojava hatiye destpêkirin û heta niha jî ev êrîş berdewam dikin. Li pişt van êrîşan hinek alî hene, aliyên siyasî hene. Herêmên Rojava xweserin û bi awayekî demokratîk xebat tên meşandin. Ji ber wê jî her tim dixwazin êrîşan pêk bînin. Ev herem ji 19’ê Tirmehê heya niha gelê kurd rêveberiya wê dike. Rêveberiya ku heye reveberiya gel  e. Ji ber  wê jî êrîşên ku li ser Rojava tên meşandin, li ser gelê kurd tên meşandin. Êrîşên li ser destkeftî, vîn, azadî û aramiyê ye.


Aramiya ku li herêmên Rojava hatine avakirin, ne tenê ji bo aramiya gelê kurd e, her wiha  ji bo hemî gelên Rojava ye. Li tevahî heremên me de gelê kurd, ereb, asurî û suryanî hene. Em bi hev re, bi awayekî dilxweş  dijîn. Rêveberiya ku gelê kurd îro li herêma Rojava bi dest xistiye û xizmetê dike, ne tenê ji bo gelê kurd, di heman demê de, ev modela xizmetê ya ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye. Ji ber vê nêzîkatiya demokratîk bi hezaran malbat derbasî heremên me bûne. Berê jî derbas dibûn, niha jî derbas dibin. Ev erîşên ku li hemberî gelê kurd tê meşandin, bi rastî jî bi ser nakevin. Me bi gelê ereb re ku hatine herêmên Rojava civîn li dar xis. Di civînê de derket holê ku ev midexeleyên heyî pir xeterin. Ji ber vê yekê divê hemû kes li hemberî ve yekê xwedî helwest be.”


Hêzên Neteweyî çima aramiya Sûriyeyê  naxwazin, sedema wê çiye?


Şerê îro ku hatiye destpêkirin wekî şoreşa gelan hat binavkirin. Ji Misir, Lîbya, Tunis û heta Sûriyeyê dema şoreş destpêkir gel rabû ser piyan û  xeta Sûriyeyê xeteke aşitiyane bû. Gel biryara şoreşê da, ji ber wê jî ger ku gel şoreşê pêk bîne divê gel biryara xwe bide ku pergalek çawa dixwaze? Modeleke çawa dixwaze? Wê berjewendiyên devre ji xwe re esas negire. Berjewendiyên hêzê neteweyî dê esas neyên girtin. Ji ber ku gel şoreşê pêk tîne, divê hêza guhertinê jî gel be. Ev gel heza avakirina pergalê ye. Pergala ku bi nêrîna gel bê avakirin, dê pergalek demokratîk be. Dê di pergala ku bê avakirin de wekhevî, azadî û demokrasî hebe. Ji ber wê jî li ser modela ku li Rojhilatê Kurdîstanê pêş bikeve gelek hesab hene. Niha du blok li ser Sûriyeyê kar dikin hene. Rejîma ku berdewam dike, ya din jî aligirê rewşa Sûriyeyê ne. Lê alîgirê gelê Sûriyeyê kiye? Pirsgireka Sûriyeyê dê çawa bê çareser kirin? Gelê Sûriyeyê modeleke çawa dixwaze?  Em dizanîn di civaka Sûriyeyê pir netewe û ol hene. Ya sereke jî pirsgirêka kurd li wir heye. Ger ku li Sûriyeyê mafên kurdan neyên dayîn dê pergalek demokratîk li Sûriyeyê neyê avakirin. Ji ber ku heta niha her tişt di destê rejima Baasê de bû, vîna tu alî ne dihat naskirin. Ji ber wê jî pergala nû ku bê avakirin, divê bi awayekî demokratîk û hemû gelan dinava xwe de qebûl bike û mafê hemû gelên Sûriyeyê bên dayîn.


Îro li Sûriyeyê hewldanekî ku şerekî meshebî û taîfî pêk bê heye. Li Rojava çiqas ji destê me hat me pêşiya vî şerî girt û armanca hêzên qirêj vala derxist. Lê hin hêz hene dixwazin şerek bi vî rengî derxînin holê, çeteyên wekî El Nûsra, ku êrîşî kurdan dike û dixwaze bi êrîşên qirêj kurdan vala derbixe. Lê dê ev çete tu carî negihîjin armanca xwe û em ê her tim dinava civakan de yekitiya gelan ava bikin.


Hûn Modeleke çawa dixwazin? Gelê heremê dê xwe çawa îfade bike?


Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê kurd li Rojava xweseriya xwe ava kir û gelên din jî di nava xebatan de ne. Lê em ji bo peşerojê dixwazin hemû pêkhatên heremên em bi modelekê rêveberiya bi hevre ava bikin. Ji niha ve me projeyek pêşkeş kiriye. Ji bo nerîn û pêşniyaran jî em vekirîne. Piştî ku me projeya xwe  pêşkeş kir, nêrînên gelek erênî jî derketin pêş. Dê di demên pêş de hemû alî bên gel hev û hemû nêrînên xwe bi rengekî hevbeş em ê binirxinîn û dest bi vî karî bikin.


Gelo di Modela we ya xweser de dê  jin  xwe çawa bi rêxistin bikin?


Di rêveberiya  modela nû de jin  dikare roleke pir stratejîk bilîze. Ji ber ku jin amadeye ku di nava hemû saziyan de cihê xwe bigire. Ji bo jinê pergalek xweser heye û bi stratejîk e. Hemû saziyên ku tevli pergalê bibin, divê di van henû saziyan de jin hebin. Di pergala me ya Rojava de ku em heta niha dimeşînin de, ji sedî 40 kotaya jinê heye. Li gorî kotaya ku hatiye xuya kirin, jin xebatên xwe didin meşandin.  Li gelek cihan jin bin dengên xwe tên hilbijartin. Em bawerin di reveberiya demokratîk de hem jinên kurd, hem jî jinên ereb û suryanî cihê xwe bigirin. Di  modela ku heyî de hevserokatî heye. Di pergala partiyan, saziyan û bajaran de jî hevserokatî heye. Di hemû pergalên me de ev pergal dimeşe.


Jinên Rojava bawerî û  bîrdoziya xwe li ku û ji kê digire?


Berî şoreşê jî jin xwedî tecrûbeyeke mezin bûn û hem jî xwedî mîrasake mezin bûn.  Di dema ku rejîma  Baas heyî de jî helwesta jinê, sekna jinê li hemberî rejîmê israrkinin tekoşîna jinê ya neteweyî hebû.  Keda  jina kurd ku her kes qebûl kiriye, di demên dawî de jî ev rastî derkete pêş. Ji ber vê jî gelek  jin hatin girtin. Gelek jin di wê deme de yên ku di reveberiyê de cîh digirtin di girtîgehan de man. Heya niha jî hevala me Nazlî girtiye û der barê rewşa wê de me gelek bi fikarin. Rêjîma Sûriyeyê her tim bi riya girtin û îşkencê dixwaze vîna jinê bişkîne. Lê li hemberî pergala Baasê  jinan têkoşîneke bêhemba daya meşandin û niha jî ev têkoşîn didome. Ji ber ve yekê jî dema şoreşê dest pê kir di aliyê stratejîk de jinan ji bo demek dirêj hesabên xwe yên berfireh kirin. Statejiya xwe diyar kir. Gelek civîn li dar xistin. Kongre û konferans hatin lidarxistin.  Kongreya Tevgera Jinên  Rojava  û Yekitiya Star hatin li darxistin û jinan ji nû ve xwe bi rêxistin kirin. Jina kurd bi hêza xwe bawer e. Jin bi felsefeya “Heta jin azad nebe dê civak jî azad nabe” xebatên xwe dide meşandin. Bi xwe têkoşîna azadiyê dide meşandin. Azadiya ku bi destê jinê neyê avakirin, em nikarin behsa wê azadiyê bikin. Azadiya jinê pewîste bi destê jinê û heza jinê bê avakirin. Nezikbûna jinan a azadiyê çiye?  Nirxandinê we li ser azadiyê çine?  Ji bo wê jî çiqas em li Rojava bikaribin xwe bi rêxistin bikin,  bi perwerde bikin, asta zanebûn û zanistiya jinê bilind bikin, em ê ewqasê  karibin behsa azadiya jinê bikin. Em wekî jin ji xeta bîrdoza tevgera kurd hêzê digirin. Em li hemberî hişmendiya zilam a serdest têkoşînê didin. Divê me wekî jin li hemberî pergala zilam a desthilatdar pergala xwe ava bikin. Îro li Rojava jî jin pergala xwe ava kiriye. Ji bo pêşxistina jinan akademî avakirine. Ev jî hêzê dide hemû kesî. Niha dema pirsgiraka jinan hebe saziyên jinan vê yekê çareser dikin, ev jî destkeftiyek pir mezine. Jin çareserkirina pirsgirêkên  xwe li cem jinê dibîne. Ev yek bi xwe serkeftineke mezin e. Êdî bi xwe bawer dike. Berê xwe dide xwe. Berê xwe dide heza jinê û vîna jinê. Ev weke çandekî li Rojava hatiye rûnişkandin. Em hewl didin ku ve yekê hîn zêdetir xurt bikin.


Gelek pirsgirêkên jinan hene, dê ev pirsgirêkan çawan bên çareser kirin?


Komkujiya ku li ser jinê pêk tê komkujiya herî giran û girîng e. Bi gelek rêbazên cuda li ser jinê komkujî pêk tên. Hezên ku di bin navê  îslamê de li Sûriyeyê tevdigerin hemû biryarên komkujiyan digirin. Komkujiya heyî di bingeha xwe de li ser çand, azadî û aştiya jinê ye. Di warê aborî, siyasî û hwd. komkujî pêk tên. Dixwazin riya jinê bigirin û wê pasîvîze bikin. Di kampên penaberan de jî rewş wisa ye.  Ji bo ku jinê teslîm bigrin û ji bo berjiwendiyên xwe bikar binîn hemû rêbazên qirêj bi kar  tînin. Tenê ew dixwazin li gorî wan tevbiger. Ji bo wê jî tiştên ji bo me girîng çine, rêxistinbûna jin, perwerdekirina jinan e.  Ev xebat ji bo me stratejîk in. Di kampekî de jinên kurd, ereb, asurî û suryanî çi dibe bila bibe, rêxistina we jinê hebê dê jin bikaribin, rê li pêşiya fuhuş û êrîşên li ser xwe asten bike. Dema bê rêxistin hebe, heza wê tê bikaranîn. Ji bo wê jî hem di Sûriyeyê de, hem jî di Rojava de û hem jî di hûndirê van kampan de dive jin xwe bi rêxistin bikin. Da ku kes nekare bi wan bilîze û wan ji xwe re bixwebitîne. Disa di kampan de gelek rêxistin û saziyên mafên mirovan hene, derfetên jinan hene, pewîste hemû kes mudaxelayê ve rewşê beke. Divê hemû rêxistinên jinan van polîtîkayên qirêj teşîr bikin. Wekî konferansa jinan a Jinên Rojhilata Navîn li Amedê hat lidarxistin, dive em ji bo van jian jî biryaran bigirin.


 Kongreya Neteweyî ya Kurd di15-16-17'ê îlonê de li Hewlêrê dê bê  li dar xistin, berdewariyên we ji kongre yê çine? Hûn wekî  jinên Rojava peyama we ya ji bo jinên cîhanê çiye?


Kongreya Neteweyî ya Kurd  di ve demê de pir girîng e û cara yekemîn e ku ji bo kongreyê nêrîneke hevpar derketiye holê. Heta niha amadekariyên jibo kongreya neteweyî pir hatin kirin.  Bi taybetî jî di mijarên çareserkirina pirsgirêka kurd de, divê di hevparbûna siyaseta kurd û di aliyê stratejîkbûnê de biryarên hevpar bên girtin û bi zelal nêzîkatî hebin. Em ê çi bikin? Li dijî çi bin? Divê wekî prensîb hemû bên zelal kirin. Ji bo wê jî em li darxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd  wekî gaveke dîrokî dibînin. Divê biryarên ku bên girtin ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurd bin. Ji bo ku ev kongre bi serkeftî derbas bibi û pergala kurd a ku em esas digrin ji sedî 40 kotaya jinê hebe. Ger ku jin têde ne amede bin, dê bandorek nebaş li ser kongreyê bike. Ji bo kongre bi serkeftî be, biryarên ku bên girtin divê hemû saziyên kurdan ên derva jî van biryaran bînin cih. Ji bo tevlibûna jinan em ê jî wekî Rojava vê yekê esas bigrin. Ji bo Şoreşa Rojava ku di pêşengiya jinên Rojava de pêş ketiye, bigihîje armanca xwe, divê di her alî de jin piştgiriyê bidin jinên Rojava. Piştgiriya jinên cîhanê, dê xizmetê ji azadiyê re bike û ev azadî dê ji bo me hemûyan serkeftinên pir mezin bîne.


Herî dawî ji bo jinên kurd û cihanê hûn çi dibêjin?


Divê jin di vê pêvajoya dîrokî ku em têre derbas dibin rola xwe ya pêşengtiyê baş bilîzin. Tişta ku dikeve ser milê wan bêy şert û merc bînin cih. Ji ber ku ev pêvajo ji hemû jinan vê yekê dixwaze. Azadiya hemû civakên cîhanê bi azadiya jinê ve girêdayi ye. Ji ber vê divê jinên deng, reng û vîna têkoşîn û berxwedan xwe bilindtir bike, da bikare xwe ji kuletiya bi hezaran sal xelas bike û êdî kuletiyê ji pergala zilamê serdest û desthilatdaran re nekin. Ger jin bi xwe bawer be karibe, xwe ji hemû qirêjiyên pergal civakî û desthilatdar bi awayekê azad xelas bike. Bi vê boneyê ez ji hemû jinan re serkeftinên  rizgariya demokratîk û avakirina jiyanek azad dixwazim.


(pk)