Dest bi tekoşîna deşifrekirina tacîza bavê xwe ya 11 salan kir
09:20
Gulşen Koçuk / JINHA
AGIRÎ – N. S ya 18 salî 11 salan ji aliyê bavê xwe ve rastî îstismara zayendî hatiye û bi alîkariya diya xwe tiştên jiyan kiriye vedibêje. N. S diyar kir ku ew ditirsa bavê wê ziyanê bide xwişkên wê jî ji ber wê zanîngeh nexwend. N. S bi alîkariya deruniya girtî tekoşîna berdewamkirina xwendina xwe dide. Bavê N. S yê tacîzcî jî piştî serlêdana suc ya diya wê hat girtin.
Hişmendiya mêran êrîşî jin “bê parastin” zarok û xwezayê dike, şidetê bi kar dîne û talan dike. Bi tekoşîna jinan hişmendiya mêr ya talan kar tê teşîr kirin. Din ava malbatê de harî zêde şidet û îstismar tê jiyîn û di heman demê de tê veşartin. Li navçeyek ya Agiriyê bi salane jina ciwan ya 18 salî N. S û xwişkên xwe yên biçuk ji aliyê bavê xwe ve rastî îstismara zayendî tên. Diya N. S û xalên wê tacîza ku wê jiyan kirî vegotin. H. S ji ber şideta ji hevserê xwe A. S dîtiye berî niha 10 salan xwe ji wî daye berdan. Piştî A. S hevsera xwe berda û şunde li gel sê caran zewicî jî lê cardin xwest li gel H. S bijî. Di vê pêvajoyê de gelek caran H. S rastî êrîşa kêran ya hevserê xwe hat. Gelek caran H. S li gel zarokên xwe ji aliyê hevserê xwe ve hatiye avêtina kolanê û paşê ew girtine hindir.
11 salan rastî îstismara zayendî hat
A S ser zarokên xwe jî demdirêj şidet kiriye û ew şidet heya meha kanunê jî berdewam kiriye. 11 salan tacîz û îstismara A. S ya ser keça wî ya 18 salî N. S berdewam kir. A. S tenê bi tacîzên nava mala xwe de jî sinur nemaye, di heman demê de bi telefonê jinên cîranên xwe jî tacîz dikir. Dema ku H. S û birayê xwe serî li saziyek jinan ya nava bajêr dane bûyera ne mirovane derketiye holê û N. S ya 18 salî jî erê kir.
‘Ez xwişkên xwe nahêlim û naçim zanîngehê’
N. S bilêvkir ku ew ji tirsa bavê xwe A. S ku dê ziyanê bide xwişkên wê neçuye zanîngehê û wiha domand: “Heger min xwişkên xwe bi tenê hêlabana dê ew perîşan kiriba. Min ji tirsan û şerman heya niha nedigot. Ez ji bavê xwe nefret dikim. Bavê her kesê heye û bavê wan bi heskirin nêzî wan dibe. Lê min û xwişkên xwe ev heskirin nedît, her dem tacîz û tirs. Ez û diya min bi kuştinê tehdîd dikir. Ez li mala xalên xwe dimînim. Dema despêkirina min ya dibistanê bi tirsa dê min bikuje ez gelek di tirsam.” N. S hewildide tiştên jiyan kiriye bêje û bi alîkariya ku dibîne tekoşîna berdewamkirina xwendina xwe dide.
Bavê tecawîzcî piştî serlêdana H. S ya suc hat girtin û rêkirin girtîgehê.
(zt)

