Li Enqerê dê li hember qirkirinên jinan mitîng bê li darxistin
09:47
JINHA
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Jinên malên gel dibêjin “Ser diktatoriyê, faşîzmê, paşdemayînê û dijminê jinan AKP’ê de çunê” bila başdarî mitînga jinên malên gel ha di 12’ê nîsanê de li Enqerê bê li darxistin bibin.
Jinên malên gel dibêjin “Ser diktatoriyê, faşîzmê, paşdemayînê û dijminê jinan AKP’ê de çunê” bila başdarî mitînga jinên malên gel ha di 12’ê nîsanê de li Enqerê bê li darxistin bibin. Jinên malên gel ji bo beşdariya mitîngê bang li hemû jinan û LGBTÎ yan kirin ku ji bo wekhevî û azadiyê mil bidin milê hev. Girêdayî çalakiyên bên kirin Rêvebera Malgel ya Îzmîrê Evrim Çakir da zanîn ku ji dema AKP hatiye ser deshilatiyê heya niha şidet, tacîz û qirkirinên ser jinan zêdebûne û wiha domand: “Ozgecan ne ye despêkê û ne jî ya dawiyê ye. Di serî de Erdogan hamû AKP yî dibêjin ‘jin û mêr ne wekhevin’ û bi wî awayî mêran teşfîqî şidetê dikin.”
‘Li hember deshilatiya dijminê jinan meydan xwendin’
Evrim bilêv kir ku ew di welatek yê her roj têde 5 jin tên qetilkirin de dijîn û wiha berdewam kir: “Jin li vî welatî xwe dibin tehdîdê de dibînin. Em di welatek yê jin têde di derbarê jiyana xwe de dê çî li xwe bike, çî bixwîne, çend zarokan biwelidîne û dê çawan jiyan bike de ne xwediyê mafê gotinê de dijîn.” Evrim derbirî ku dê di 12’ê Nîsanê de li Enqerê mitîngê pêkbînin û wiha dom kir: “Em ji bo ewlatek wekhev û azad hemû jin û LGBTÎ yan dawetî li hemberî pergala deshilatiya mêran, newekheviya zayendî, deshilatiya dijminê jinan meydan xwendinê dikin.”
(zt)

