Ji Amedê ber bi Xelfetiyê ve bi dehan wesayît ketin rê
10:11
JINHA
AMED – Ji bo beşdarbûna mitînga Xelfetiyê ya dê bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin ji Amedê bi dehan wesayît bi duruşma ‘Rêwîtiya Rojê’ ketin rê.
Bi wesîleya 66’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Amedê bi dehan wesayît bi duruşma “Rêwîtiya Rojê” ber di Xelfetiyê ve ketin rê. Ji navend û navçeyên Amedê bi hezaran kes diherikin ber derên avahiyên DBP’ê yên navend û navçeyan. Welatî li ber avahiyên DBP’ê li wesayîtan siwar dibin û ji bo rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin ber bi Xelfetiyê ve ketin rê. Jin û ciwanan kincên kurdî li xwe kirine û di rê de dem dem duruşmên weke “Bijî Serok Apo” bilind dikin.
(mt-ae/zt)
