Şitlên ji bo Abdullah Ocalan hatine çandin gelek dever şîn kirine
10:26
JINHA
AMED – Salên demdirêjin bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şitil tên çandin. Şitlên k udi salên 2012 – 2013’an de li Daristana Aştiyê ya Amedê hatine çandin niha 3 salîne.
Di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de her sal bi hezaran şitil tên çandin. Çandina şitilan ya ku weke kevneşopiyekê berdewam dike gelek dever şînkiriye. Şitlên k udi salên 2012 – 2013’an de ji aliyê Mudurê Şaxa Parq û Baxçeyan yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve hat dayîna welatiyan û li Daristana Aştiyê ya Amedê hatine çandin niha 3 salîne. Di 3 salan de şitlên çaman yên hatine çandin bûne darên mezin.
(zt)

