Li Kobanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
10:36
JINHA
KOBANÊ – Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kobanê, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek lidar xistin.
Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kobanê, bi boneya salvegera 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek lidar xist. Şahi li Sehaya Futbolê ya Kobanê bi beşdariya gelek ciwanan hate lidarxistin. Di şahiya ku pankarta “Tîrêjên 4’ê Nîsanê dê hemî planan têk bibin” hate daliqandin de, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be” hatin berzkirin. Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de endamê Ciwanên Demokratîk Rojgiran Fedekar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû ciwanên Herêma Kobanê û gelê kurd pîroz kir. Rojgiran banga tevlbûna nava şoreşê li hemû ciwanan kir.
Şahî li ber muzîkê bi govendê bidawî bû.
(zt)

