Li Erdîşê jinekê gule bera serê xwe da
11:11
Nîsan
3
/ 2015
JINHA
WAN - Li Erdîşê hat îdiakirin ku jina bi navê N.N. (21) bi îdiaya gule bera serê xwe da û bi giranî birîndar bû.
Li taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîşa Wanê hat îdiakirin ku jina bi navê N.N. (21) li malê gule bera serê xwe daye. Piştî bihîstina dengê guleyê endamên malbatê çûne odeya ku N.N. lê bû û dÎtin ku di nava xwînê de li erdê ye. N.N. bi alîkariya malbatê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Hat ragihandin ku rewşa wê xetere ye.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(zt)
