NY: Li Yemenê di du heftan de 519 kes mirin

11:19

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – NY diyar kir ku ji ber şerê du hefteyan li Yemenê berdewam dike 519 kesên di navê de sivîl û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane.


Cîgirê Sekrterê Giştiyê Berprisê Mafê Mirovan yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Valerie Amos diyar kir ku Koalisyona pêşengiya Sudi ya Erabistanê di du hefteyên şerê Yemenê de operasyonên hewayî yên hatine kirin de 519 kesan jiyan xwe ji dest daye û 700 kes jî birîndar bûne. Valerie da zanîn ku tayîbetî di êrîşên çapraz de sivîl dibin hedef û piştî despêkirina operasonê rewş zêdetir xira bûye. Valeria bilêv kir ku ji yên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 90 zarokin.  


(zt)