Cenazeyê Şervanê YPG’ê Delîl Îsmaîl Mihemed şandin Kobanê
11:26
JINHA
RIHA - Şervanê YPG'ê Delîl Îsmaîl Mihemed (Canfeda) çend roj berê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê birîndar bibû, şevê din jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê Delîl îro ber bi Kobanê ve hat şandin.
Şervanê YPG'ê Delîl Îsmaîl Mihemed (Canfeda) çend roj berê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê birîndar bû û ji bo dermankirinê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê (Serxet) anîn Nexweşxaneya Dewlet a Pirsûsê. Ji ber rewşa Delîl xedar bû sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê kirin. Ji ber ku rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Taybet a Ûrsûyê kirin. Ligel hemû mudaxaleyê Delîl nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Delîl ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan.
Piştî otopsiyê û malbata Delîl cenazeyê wî teşhîs kirin, cenaze radestî malbatê kirin. Hat ragihandin ku ji bo definkirinê cenazeyê Delîl ber bi Kobanê ve birin.
(msd/zt)
