‘Ezê tucarî wê roja pîroz ji bîr nekim’
12:07
Sosun Xanê/Lêgerîn Xanê/JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Xalîse Alî ya ku li Girikê Legê yê kantona Cizîrê ya Rojava dijî beriya niha 26 salan ji bo dîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek tehlîke da ber çavê xwe çu Libnanê û dît. Xalîsa di derbarê wê rojê de wiha dibêje: "Dîtina Rêber Apo bû sedema li xwe vegera min. Ez tucar wê roja pîroz ji bîr nakim."
Xalîse Alî qala pêvajoya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Surye kir. Xalîse diyar kir ku wê demê ji Rojava gelek welatiyên Rojava û tayîbetî jî jinan pir dixwest bibîne. Dayîka 4 zarokan Xalîse di sala 1989'an de, ji bo dîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Girigê Legê diçe Lubnanê û wiha got: “Min ti astengî li pêşiya vîna xwe nedît. Li gorî min dema ku mirov armancekê deyne pêşiya xwe û têde îsrar bike, her zehmetî derbas dibin. Ji bo min jî dîtina Rêber Apo hêja bû ku ez li hemberî zehmetiyên rê tekoşîn bikim. Mereqa min ji bo dîtina Rêber Apo û naskirina wî ji nêzîk ve, giraniyek dabû dil û mejiyê min. Gelek pirs di serê min de hebû, ji bo ku ez bersiva van pirsan bigrim û fikreya Rêber Apo ji bo doza gelê kurd hîn baştir fam bikim, min dixwest ku ez Rêber Apo bibînim, ew çûyîna min û dîtina min ya li Rêber Apo gelek baş bû.”
'Piştî ku em gihiştin ewlehiyê em vehesiyan'
Xalîse destnîşan kir ku wan sînorên di nav bera Surye û Lubnanê de bi qaçaxî derbaskirin û wiha domand: "Dema ku em gihiştin Lubnanê û di cadeyên wê de dimeşiyan, hevalek ji me re got hun niha di ewlehiyê de ne. Em bi vê yekê gelek kêf xweş bûn. Ji ber dema ku me sînorê navbera Surye û Lubnanê qut kir, xeteriya ku dewlet bi me bihese hebû. Bi taybet di Surye de, wê demê nîzama baas hebû, ew nîzam jî gelek hişk û zalim bû, bi taybet ji kurdan re, ji lewma pêwîst bû ku em pir bê deng û bi dizî tevbigeriyana. Lê piştî ku em gihiştin ewlehiyê em vehesiyan û me dest bi sitranan kir. Ji xwe dema em gihitştin cihê akademiyê jî li wir pîrozbahiya 15'ê Tebaxê hebû. 15 hezar welatî ji bo dîtina Rêber Apo hatibûn."
'Dîtina rêbertî hişt ku ez li xwe vegerim'
Xalîse got ku ew 6 rojan li wir man. Roja pêncan berî ku ji wir vegerin ji wan re civîn hate çêkrin û wiha domand: "Rêbertî roja dawî civînek ji me jinan tenê re çêkir. Di wê civînê de gelek perspektîf û moral da me. Ji me re got: 'Hun bi çi fikirîn heya ku we ewqas rê qut kiriye, armanca we ji vê hatinê çibû ye. Divê Hun xeteriya ku we ji bo vê ziyaretê dayî berçavê xwe ji bo dîtina min û sedemên wê bizanibin. Ji bo vê gav avêtinê ez we pîroz dikim. Ruxmî ku hun rewşên zehmet dizanin û xeteriya sistema şofîniyan lê win pir bi cesaret bûne. Pêwîste ku win vê cesareta xwe hîn zêdetir bi zanebûn bi kar bînin.' Ev gotinên Rêbertî bi min re kelecanek mezin da çêkirin. Dîtina Rêbertî hişt ku ez li xwe vegerim û gelek pirsan ji xwe bikim."
Xalîse di dawiya axaftinên xwe de da diyar kirin ku ew tu carî wê roja pîroz ji bîr nake, ew hêvî dike ku ev roj careke din were û got: "Xwezka careke din şansê dîtina Rêber Apo ez jiyan bikim. Lê dîsa jî ez bi hêvî me ku ewê rojek bê ku careke din Rêber Apo bibînim."
(sx-lx/zt)

