Li Urmiyê 1’emîn Festîfala Çand û Hunerê

14:13

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li Urmiyê 1’emîn Festîfala Çand û Hunera Kurdî bi beşdarbûna hêjmarek zêde ji komên çandî hat lidarxistin.


Di rojên 2 û 3’ê Nîsanê de li gundê Zêve yê navçeya Sîlwana ya Urmiyê 1’emîn Festîfala Çand û Hunera Kurdî hat li darxistin.  Festîval bi alikariya rûsipî û ciwanên Sîlwana hat rêveberin. Di festîvalê de gelek awayên cur be cur ên cilên kurdî, leyîstokên herêmî, dîlan û jiyana gund a taybet bi herêmê hate nîşandan. Herwiha di beşeke ji festîvalê de çend hunermendên kurd helbestên li ser bedewiya buharê pêşkêş kirin û li ser wateya Newroz û dîroka wê jî axaftin hatin kirin.


 


Di festîval du rojan berdewam kir de jin û ciwanan bi nîşandana girîngiya kevneşopî û jiyana gund xwestin çanda kevnar a Kurdistanê careke din biparêzin û zindî bikin.


(zt)