Di trafîkê de şofêrên jin ji şofêrên zilam baldartir in!

12:33

 


AMED – Perwerdekara şofêriyê Hulya Cevrem got ku di trafîkê de şofêrên jin bêtir baldar in, lê dîsa jî, bi heqaretên wekî “ji çûndina wê diyar e”, “sînyal neda û zîvirî”, “bila jin dernekevin trafîkê” re rû bi rû dimînin. Hulya destnîşan kir ku şofêrên jin erebeyê ji şofêrên mêr baldartir dajon, lê dîsa jî ku hema qezayek dibe, jin li ser dîreksiyonê be, zilam bêtir diaxivin. Hulya da zanîn ku şofêrên zilam, li gorî rê û rêbazên trafîkê tevnagerin.”


Di trafîkê de şofêrtiyeke baş, bi ji xwe bawerbûnê û baldariyê pêk tê. Baldarî û ji xwe bawerîbûn, dike ku kêmasiyek dernekeve holê. Her wekî, jin ne baldar in û ji xwe bawer nînin tên nîşandan. Ev jî dikê ku şofêrtî ji jinan zêdetir, bikeve destê zilaman. Di civakê de şofêrtî wekî “karê zilam” tê nîşandan. Ji bo ku ev bîrûbawerî ji holê rabe, jin jî di trafîkê de bi awayekî serkeftî cihê xwe digirin. Gelek sazî û rêxistin jî piştgirî didin vê hewldana jinan. Fatma Karakuş a li Amedê şofêrtiya serwîseke dike, destnîşan dike ku feraseta ku dibêje ‘şofêrtî karê zilam e’, feraseteke şaş e. Fatma dibêje ku “Di serî de yên derûdora min jî şofêrtiya min qebûl nedikirin û digotin wê jinek çawa şofêrtiya otobusekî bike, li gel neqayîlbûna wan, min dîsa domand û wan jî dawiya dawî qebûl kir.”


‘Em, ji bo serketinê li vir in’


Şofêra serwîseke, Refîka Yilmaz jî dibêje “Ya girîng ew e ku em tiştên ku heta niha tu kes biser neketiye bikin û biserkevin. Em jî ji bo ku vî karê zehmet, yanê şofêrtiyê bikin, li vir in. Wextê ku min hîn nû dest bi şofêrtiyê kir, bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû mam. Cara pêşîn gava derketim trafîkê, rastî bertekên nebaş hatim. Li gel van tiştan jî ji bo ku em bi biryar bûn, em biserketin û me xwe bi herkesî da qebûlkirin.” Refîka destnîşan dike ku li hin herêman ti kes li gorî  rêzikên trafîkê şofêrtiyê nake, herkes li gorî kêfa xwe wesayîtên xwe bajo, helbet dê gelek pirsgirêk derkevin holê. Refîka dide zanîn ku wesayîtên li kêleka hev têne parkkirin, tevgerên bêpergal, kornayên ku bê sekn tên lêxistin, pirsgirêkên gelek mezin in. Refîka diyar dike ku dema her kes li gor rêzikên trafîkê tevbigere, ewê ti pirsgirêk dernekeve.


Bertekên baş jî tên


Fatma dibêje ku “gava em derdikevin trafîkê, em rastî nerazîbûn û neqayîlbûnan tên” û diyar dike ku şofêrên dolmîşan, wekî ku jinan karê wan ji destê wan girtibe, aciziyê dikin, li kornayê didin û wan di trafîkê de bêzar dikin.” Fatma diyar dike ku li gel bertekên nebaş, carna yên gelek xweş jî çêdibin, yên ku wan di trafîkê de dibînin bi kêfxweşî li çepikan dixin û piştgirî didin wan. Fatma ji bo ku bidawîbûna pirsgirêkên trafîkê, bang li hemû şofêran dike û dibêje bila li gorî rêzikên trafîkê tevbigerin.


‘Namzetên jin ên şofêr, divê jixwebawer bin’


Perwerdekara kûrsa şofêrtiyê Hulya Cevrem jî tîne ziman ku di trafîkê de şofêrên jin, ji aliyê şofêrên zilam ve têne bêzarkirin û rastî heqaretên wekî “ji çûndina wê diyar e”, “sînyal neda û zîvirî”, “bila jin dernekevin trafîkê” tên. Hulya dibêje ku “Gava em dersa şofêrtiyê didin jinan, berî her tiştî em li ser ji xwe baweriyê disekinin. Ji ber ku zanîna wan a li ser wesayîtan tune, gelek dikevin nav hêcanê. Hulya tîne ziman ku gava jin hêcana xwe ji ser xwe davêjin û ji xwe bawer bin,bi awayeke serketî û bi baldarî şofêrtiyê dikin. Hulya dibêje ku şofêrên jin ji mêran baldartir in û wesayîtên xwe hêdî dajon, ji ber vê yekê jî şofêrên zilam, bê navber li kornayê dixin û di trafîkê de jinan bêzar dikin.


‘Şofêrên zilam, guh nadin rê û rêbazên trafîkê’


Hulya çend şîretan li şofêrên jin dike û wiha dibêje: “Jinên ku wesayîtên xwe hêdî dajon, divê bi piranî li şirîta rastê bin, trafîkê mijûl nekin û nekevin hêcanê. Hêcan dibe sedema piraniya qezayan. Şofêrên zilam jî, divê li hemberî şofêrên jin hinekî bi sebr û feraset bin. Şofêrên jin ji şofêrên zilam baldartir dajon, lê dîsa jî hema qezayek çêdibe û şofêr jî jin be, li serê zêdetir diaxivin. Şofêrên zilam, guh nadin rê û rêbazên trafîkê. Di nava bajêr de limîta lezkirinê herî zêde40 kmye, lê zilam guh nadin vê pîvanê. Ji ber ku şofêrên jin li gor pîvanên trafîkê tevdigerin, ji aliyê şofêrên zilam ve tên bêzarkirin û qeza dikin, paşê jî dibêjin şofêreke jin qeza kir.”


(gk/hp/rp/ho)


Werger: Rûken PEL