Cebhet El Nûsra 300 kurd revandin

13:44

 


JINHA


EFRÎN - Çeteyên Cebhet El Nûsra, li ser rêya Heleb-Efrînê zêdeyî 300 Kurdên Efrînî revandin.


Îro danê sibehê, 5 otobusên rêwiyan ên ji Kantona Efrînê diçûn Helebê, ji aliyê çeteyên Cebhet El Nûsra ve li nuqteya kontrolê ya El-Teyara ya li gundê Tiqad a 20 km li rojavayê Helebê ye, hatin sekinandin û 300 kesên di otobusan de hatin revandin. Li gorî agahiyan otobosên ku hatin rivandin tevî rêwiyên tê de ji qaşo "Desteya Şerîî" ya bajarokê El- Dana ya ku di bin serweriya Cebhit El- Nusra de ye re hatin şandin.


Hat diyar kirin ku rêwiyên jin serbest hatin berdan û zêdetirî 300 sivîlî jî li cem "Desteya Şerîî" ragirtîne.


(zt)