Li Kantona Cizîrê şer berdewame
14:23
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Cizîrê pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de bênavber dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê pevçûnên dawî yên li herêmê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê derketine operasyonê û operasyon li hemberî gundikê Ennabiya Sudan a 7 kîlometre li başûrrojavayê gundê Menacirê ye pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de gundek hatiye rizgarkirin, lê belê der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê duh nîvê şevê êrîşî gundê Mişko yê Serêkaniyê kirin û di encama pevçûnên dirêj û dijwar de êrîşa çeteyan hatiye şikandin.
Navendê da zanîn ku pevçûnên li vir de 3 çete hatine kuştin, tevî termekî çeteyan 2 kleş, 1 BKC, 2 guleyên rokêtavêja B7 û hinek ji cebilxaneyên çeteyan ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê
(zt)
