Li Dîlokê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin

09:35

JINHA

DÎLOK - Li Dîlokê Gullu Hasan ya ku ji ber şerê navxwiyê Suriyê reviyayî ji aliyê hevserê xwe Husam Hasan ve hat qetilkirin.

Li Dîlokê Husam Hasan yê 38 salî ku ji ber şerê navxweyiyê Suriyê reviyane li Dîlokê bi cîh bûne hevsera xwe Gullu Hasan ya 32 salî bi lêdanê qetilkir. Gullu ya dayîka 4 zarokane li gel zarokên xwe û hevserê xwe Husam ji Suriyê koçî Tirkiyê kirin û li Dîlokê bicîh bûn. Hat zanîn ku demdirêje Gullu ji aliyê hevserê xwe Husam ve rastî şidetê dihat. Duh bi şev bi dengê qêrînan cîran ketin hindirê malê nêrîn jina malê din ava xwînê de maye. Cenazeyê Gullu ya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. Husamê ku hat hînbûn ku karê dirunê dikir hat binçavkirin. Her 4 zarok jî rakirin Şaza Muduriyeta Zarokan. Girêdayî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.

(zt)