Ji Nesrîna Asurî banga vegera ser axa xwe …

10:05

Sorgul Kobanê/JINHA

TIL TEMIR- Bi sedema êrîşên çeteyên DAİŞ'ê yên ser herêma Xabûr ya girêdayî Kantona Cizîrê gelek welatî neçarî koçberiyê bûn, ji gund û bajarê xwe derketin. Nesrîn Wîlsin Gulyat ya asurî ya ku bi sedan sale ser warê pîr û kalê xwe dijî qebûl nekir ku ji bajarê xwe derkeve. Nesrîn banga vegerê li koçberên axa xwe terikandine kir û got: "Werin em bi xwe axa xwe biparêzin."

Dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Herêma Xaburê ya girêdayî bajarê Til Temir yê Kantona Cizîr kir gelek welatiyan cîh û warê xwe terikandin û koç kirin. Dayîka 3 zarokan Nesrîn Wîlsin Gulyat ya 31 salî li gel malbata xwe cihê xwe terknekirine. Nesrîn parastina xwe û malbata xwe dike û di heman demê de bi vekirina dikanek biçuk debara malbata xwe dike. Nesrîn ya ku dest ji warê xwe yê kevnare bernedayî banga v egerê li hemû welatiyên koçber bûyîn jî kir û wiha axivî: "Ev bajarê me ye, axa me ye û welatê me ye. Ezê çawa dev jê berdim. Wijdanê min vê yekê qebûl nake ku ez dev ji cî û warê bav û kalên xwe berdim û herim di welatên biyaniyan de jiyan bikim."

'Ev mala meye'

Nesrîn destnîşan kir ku ruxmî êrîşên hovane yên çeteyên DAİŞ'ê ew dev ji ciyê xwe bernade û wiha dom kir: "Ev axa me ya ku em li ser çêbûne, xwedî bûne û mezin bûne. Tevayî pêkhateyên ku li vir jiyan dikin weke xwişk û birayê hev bûne. Ewê rêbazên DAİŞ bi bin bikeve. Tevayî kiryarên ku di derheqê gelên herêmê de dikin, îşkence, kuştina zarokan, destavêtina jinan û koçberkirina mirovan, rêbazên herî qirêj û paşvero ne. Ewê bi van rêbazan dawiya xwe bi xwe bînin."

'Em dikarin parastina xwe bikin'

Nesrîn da diyar kirin ku YPG û YPJ bi qehremantî li hemberî DAİŞ'ê şer dikin û wiha berdewam kir: "Em bi hêza wan bawerin, ewê serkeftin ya hêzên heremê be. Îro roj zarokên me ji bo parastina gelên xwe di vî şerî de şehîd dikevin, qe nebe pêwîste ku em jî dev ji welatê xwe bernedin û destek bidin zarokên xwe, ciwanên xwe." Nesrîn bal kişand ser kiryarên çeteyên DAİŞ'ê û wiha nirxandin kir: "DAİŞ bi navê îslamê bang dike, lê zaroka dikujin, jinan direvînin, difroşin û dest davêjin wan. Ji bilî wê serê mirovan jê dikin, di bin navê îslamê de karê herî qirêj dikin. Lê îslam ne weha ye, ola îslamê oleke aşîtyane ye, oleke ku li ser esasê hezkirin, jiyana muşterek ya hevbeş ava dike. Tu têkiliya wan û îslamê bi hev re tuneye, ma vana di bin navê îslamê de kê dixapînin."

Nesrîn di dawiya axaftinê xwe de bang li tevayî jinên asûrî û suryanî kir û pêwîstiya tevlîbûna wan ji berxwedaniya li welatê xwe bidin çêkirin kir.

(sk/zt)