Dengbêj Henîf: Bila dayîk stranên xwe di dilê xwe de veneşêrin
12:17
Hulya ADIYAMAN
ŞIRNEX – Dengbêj Henîf, li jinên ku ji ber zextên civakî û malbatî nikarin stranên xwe bêjin, bang dike û dibêje “Werin navendên me yên çand û hunerê. Bila dayîk stranên xwe di dilê xwe de veneşêrin. Ji bo kurê xwe, keça xwe, welatê xwe velorînin. Jin kaniya stranan e. Divê stran bên gotin.”
Dengbêjên ku li ser mijarên siyasî, şer, aştî, evîn, veqetin, dawet, şîn û koçberiyê stran û klamên xwe dibêjin, wekî dîroka nenivîsandî ya jiyana gelê kurd tên dîtin. Dengbêj Henîfe Îbren, bi navê Henîfa Şirnexî û Guler Şavluk a bi navê Kurdê tên nasîn jî, îro di nav dengbêjên ku vê çandê didin jiyîn de cî digirin. Henîfa Şirnexî û Kurdê, di nav gel de wekî dengbêjên jin ên Botanê tên zanîn. Henîf û Kurdê, digel hemû zehmetiyên jinantiyê dijîn jî, di dîwana dengbêjan de stranên xwe dibêjin.
‘Bila zilam dengê we nebhîzin’
Kurdê, li navçeya Silopî ya Şirnexê rûdinê û 44 salî ye. Kurdê destnîşan dike ku ev salên dirêj e dengbêjiyê dike. Kurdê diyar dike ku di nav vê demê de, rastî zor û zehmetiyên mezin hatiye. Kurdê dide zanîn ku demeke dirêj koçber bûne û di dema ku bêrîvaniyê dikir de, dest bi dengbêjiyê kiriye. Kurdê, dibêje ku malbata wê jê re gotiye ‘klam nebêje’, lewma jî gelek zehmetî kişandiye. Kurdê tîne ziman ku dema bi hevalên xwe yên şivan re klaman gotine, çîrokan gotine, zilam bi wan re pev çûne û wiha dibêje: “Zilaman ji me re digot ‘Şerm e, bila jin stranan nebêjin, di hizûra zilaman de nebêjin. Bila zilam dengê we nebihîzin’ û zext didan ser me.” Dengbêj Kurdê diyar dike ku guh nade hişyariyên zilaman, stranên xwe didomînin. Kurdê dide zanîn ku di stranên xwe de li ser mijarên wekî dawet, şîn, evîn, şivan, bêrîvan û bûyerên siyasî dibêjin û wiha didomîne: “Hemû stranên aydî herêma Botanê pir hez dikim. Li hemû dengbêjan guhdarî dikim. Hevala min a herî baş, Henîf e. Me soz daye hev ku emê li hev xayîn nebin.”
‘Bi hezkirin û serbilindiyê dibêjim’
Henîfa Şirnexî (Henîfe Îbren) jî, ev 4 sal in dengbêjiyê dike. Piştî ku ji hevserê xwe veqetiyaye, dest bi dengbêjiyê kiriye. Henîfa Şirnexî dide zanîn ku dema dest bi denbêjiyê kiriye, malbata wê jê re gotiye ‘şerm e’ û zext û zorê daye ser wê. Henîfa Şirnexî, diyar dike ku dengbêjên wekî Ayşe Şan, Xoxê û Meyremxan wek mînak nîşanî malbata xwe dide. Henîfa Şirnexî tîne ziman ku ji dengbêjên beriya xwe, hêz digire û wiha didomîne: “Stranan bi hezkirin û serbilindî dibêjim. 2 sal beriya niha hatim Navenda Çanda Laleşê. Hevalên min gelek piştgiriyê didin min. Banga min li wan jinan e ku stranên wan hene, lê ji ber zext û zorê nikarin bêjin heye. Werin navendên me yên çand û hunerê. Bila stranên we di dilê we de nemînin. Bila stran bên gotin. Bila dayîk stranên xwe di dilê xwe de veşarî nehêlin. Ji bo kurê xwe, keça xwe, welatê xwe velorînin.” Henîfa Şirnexî dibêje ku ya di nav civakê de pirsgirêkên herî cidî dijî, ya ku êş dikşîne, jin e û wiha dibêje: “Nexweşîn, koçberî, zehmetî… Jinan ev dîtine. Ji ber vê sedemê jî, jin kaniya stranan e. Min dengbêjî, ji yên beriya xwe girt. Li ser koçerî, pirsgirêkên debarê, li ser gerîlla, stranan dibêjim.”
Foto – Kamera: Hulya Adıyaman
(ha/hp/ho)

