Hikûmeta Fransayê nepenîtiya komkujiya Parîsê hinekî rakir

14:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Der heqê komkujiya Çileya 2013'an a li Parîsê de ku di encamê de sê jinên şoreşger ên Kurd jiyana xwe ji dest dan, rewşeke nû derket holê. Hikûmeta Fransayê nepenîtiya li ser agahiyên di destê servîsên îstîxbaratê de bi awayekî qismî rakir.

Der heqê komkujiya Çileya 2013'an a li Parîsê de ku di encamê de sê jinên şoreşger ên Kurd jiyana xwe ji dest dan, rewşeke nû derket holê. Hikûmeta Fransayê nepenîtiya li ser agahiyên di destê servîsên îstîxbaratê de bi awayekî qismî rakir. Li ser daxwaza parêzeran, dadgerê lêpirsînê di Îlona 2014'an de ji wezaretên pêwenîdar belgeyên îstîxbaratê xwestibû. Dadger ji bo sedema vê daxwaza xwe jî, dibetiya têkiliyên xebatên Omer Guney bi MÎT a Tirk re, nîşan dabû. Di nûçeya li rojnameya Le Monde de hat weşandin hat ragihandin ku lêpirsîna li ser komkujiyê servîsên Tirk dixe bin gumanbariyê û destnîşan kir ku hikûmeta Fransayê nepenîtiya li ser agahiyên di destê îstîxbaratê de bi awayekî qismî rakir. Çavkaniyên dîplomatîk ên Fransayê diyar kirin, ku Enqere wê ji vê biryara rakirina nepenîtiya li ser belgeyên veşartî kêfxweş nebe. Tê gotin ku Enqere dikare vê rewşê weke 'helwesteke xerab' binirxîne. Rojnameya Le Monde da zanîn ku 39 notên Midûriyeta Giştî ya Îstîxbarata Hundir DGSI û 7 belgeyên Midûriyeta Giştî ya Îstîxbarata Derve DGSE, naveroka wan bi giranî hatiye jêkirin. Lê belê hat destnîşankirin ku 'operasyona rastiyê' dikare bê berfirehkirin.

Parêzeran serî li Serokwezîr Manûel Valls dan

Parêzerê malbatan Antoîne Comte di dawiya meha Adarê de serî li Serokwezîr Manûel Valls da û ji bo pêşketina di dozê de xwest destûra xwegihandina hîn bêhtir belgeyan bê dayîn. Parêzer Antoîne Comte nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransayê da û got, "Bêdengiya Fransayê ya li pêşberî van sûcan tê wê wateyê ku mafê kuştina mirovan li ser xaka Fransayê ji dewletên biyanî re tê dayîn û kes nikare bide bawerkirin ku tiştekî bi vî rengî careke din rû nede." Antoîne, mîna mînaka qirkirina Rûanda xwest, di komkujiya Parîsê de jî derfetên xwe gihandina hemû belgeyan hebe. Li gorî rojnameya Le Monde, edaleta Fransayê dewleta Tirk di bin gumanê de dihêle û ev yek jî Dewleta Fransayê dixe rewşeke hesas. Tê gotin ku pêşveçûna di ronîkirina vê cînayeta li Parîsê de, wê Enqereyê zêde kêfxweş neke. Le Monde da zanîn ku di navbera her du welatan de, bi taybetî ji sala 2011'an û vir ve di mijara hevkariya têkoşîna li hemberî komên tund ên olî de, tengezariyek heye.

Rojnameyê, hin ji notên nepenîtî li ser hat rakirin, ragihand. Di yek ji van notên servîsa îstîxbarata derve ya Fransayê de MÎT nerazîbûnê nîşanî sûcdariyên lê tê kirin dide û dibêje ku di rewşeke ku ew di pêvajoya çareseriyê de roleke girîng dilîze de, ev yek ji bo qelskirina giraniya wê ye. Rojnameyê diyar kir ku ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê re li ser bingehên zexim bê rûniştandin Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazeneûve, di 26'ê Adara 2014'an de Tirkiye ziyaret kir û da zanîn ku ev ziyaret piştî redkirina du Fransiyan ji Tirkiyeyê pêk hatiye. Li gorî çavkaniyeke fermî, di navbera rayedarên Fransa û Tirk de baweriyeke ji hev, derketiye holê. Rojnameya Fransayê bal kişand ser gotineke ku di doza 24'ê Adarê de li Dadgeha Esliye ya Parîsê de der barê Kurdan hat bikaranîn.

Dadgehê got, "Divê êdî çalakiyên PKK'ê yên li hemberî DAIŞ'ê were hesabkirin." Çavkaniyên edlî radigihînin ku lêpirsîna li ser komkujiya Parîsê sibe ku beriya havînê temam bibe.

(zt)