Cenazê Şervana YPJ'ê Leyla Bîngol anîn Riyayê
14:15
Nîsan
10
/ 2015
JINHA
RIHA
Cenazeyê şervana YPJ’ê Leyla Bîngol (Zîlan Baran), di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Bakûr hate kirin. Cenaze li aliyê Bakûr ji aliyê malbata Bîngol û rayedarên MEYA-DER’ê ve hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştre jî ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmên “Şehîd namirin”, ji bo karubarên tibî birin Saziya Tipa Edlî ya bajarê Rihayê.
Piştî karên otopsiyê wê cenazeyê Leyla Bîngol li navçeya Kopê ya Mûşê were definkirin.
(zt)
