Dayîka Uveyş li Efrînê hat bîranîn
14:31
JINHA
EFRÎN - Bi pêşengiya rêxistina Yekîtiya Star li navçeya Bilbilê ya Efrînê dayîka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dayîka Uwêş hat bîranîn.
Bi boneya 23’emîn salvegera wefata dayîka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dayîk Uveyş Rêxistina Yekîtiya Star li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê ya Efrînê civîneke berfireh ji jinên navçeyê re li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a navçeyê Bêrîtan Botan derbarê kurtejiyana Dayîka Uveyş de û bandora wê ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku bi fikra xwe jiyana gelê Kurd ronî kiriye, axivî. Bêrîtan di axaftina xwe de wiha got: “Em di 23’emîn salvegera wefata Dayîk Uveyş de wê bi rêzdarî bi bîrtînin. Dayîka Uveyş dayîka mirovahiyê ye. Sembola hêza hemû dayîkên me û dayîkên têkoşeran e. ji ber vê yekê divê em dayîka Uveyş ji bîr nekin û perwerdekirina zarokên xwe ji wê fêr bibin.”
Piştî axaftina Bêrîtan civîn bi duruşman dawîbû.
(zt)
