Li EU yê 40 xwendekar dibin lêpirsînê denin

10:50

JINHA

İZMİR- Ji ber hincetên cuda li Zanîngeha Ege yê di navê de nûçegihana JINHA yê jî di navê de 40 xwendekar dibin lêpirsînê denin. Xwendekar bi hincetên weke "şitil çandin, lîstina dîlanên herêmî û daxwiyaniya çapemeniyê xwendin" lêpirsîn hatin despêkirin.

Li Zanîngeha EU yê ji ber êrîşên nijatperestan ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve herêmên jiyana xwendekarên sosyalîst û welatparêz hatine teng kirin. Li zanîngehê çalakiyên weke daxuyaniyên çapemeniyê û hilawistina afîşan hatine qedexekirin. Ji aliyê rektoriya zanîngehê ve di vê hefteyê de li nêzî 40 xwendekaran lêpirsîn hat vekirin. Di nava xwendekarên bin lêpirsînê de nûçegihana Ajansa Jinan ya Nûçeyan (JINHA) yê Ceren Karlidag jî heye.

'Ez ne bi nasnama xwendekariyê bi nasnama nûçegihaniyê li wê bûm'

Ceren diyar kir ku ew di 16'ê çileya sala 2015'an de dema ku xwendekaran xwenekaran qetilkirina Nihat Kazanhan yê li Cizîrê hatî qetilkirin protesto kirin û di protestoyê de rastî mudaxeleya polîsan hatin wê demê ketiye Fakulteya Wêjeyê û wiha domand: "Wê rojê li wê min nûçe teqîb dikir. Dibe ku ez di heman zanîngehê de xwendekarbûm, lê wê demê bi nasnama xwe ya nûçegihaniyê li wê bûm. Wê rojê ji gelek ajansên cuda nûçegihan li wê hebûn. Wê rojê li wê şopandina min ya nûçeyê ji aliyê her kesê ve tê zanîn."

Çandina şitilan jî suce...

Ji Beşa Civaknasiyê ya Fakulteya Wêjeyê Bêrîvan Ejderha jî got: "Bê destur çandina şitilan weke hincet nîşandan û lêpirsîn dan despêkirin. Divê rêveberên zanîngehê yên li xwendekarên şitil çandine doz vekirine îstifa bikin. Navendên jiyanê li me teng dikin û şerm jî nakin ser de li me dozê vedikin. Kampus cihê me yê jiyanê ye, ji bo em baştir têde bikarin bijîn me şitil çandin. Ev ticarî nabe sedema suc."

'Ji ber muzîk kurdî bû ji ber wê aciz bûne'

Xwendekarê Konservetuara Lîstokên Gel Îsmail Demir jî wiha axivî: "Bi hinceta me dîlana heremî lîstiye. Lîstokên gel tenê ne yek lîstok yan jî danseke. Lîstokên gel li ber dengê muzîkê dansa gelekêye. Lê dema ku ew muzîk kurdî be aciz dibin. Ji ber li gorî nêrîna faşîzane ya Zanîngeha Egeyê ji bo xwendekarên kurd pîrozbahiyên buharê qedexene."

Ji bo xwendekarekê 4 lêpirsîn...

Li Alçay Çelik yê Beşa Felsefê ya Fakulteya Wêjeyê jî ji 4 sedemên cuda lêpirsîn hat vekirin. Alçay wiha axivî: "Her 4 lêpirsîn jî ji hev xiratirin. Encam emê bi berxwedanê serkevin, em ji lêpirsînan natirsin."

(zt)