Li Agiriyê operasyon û pevçûn
11:56
JINHA
AGIRÎ - Li Çiyayê Tendûrekê yê li Agiriyê welatiyan xwest şitilan biçîne û berî vê yêkê leşkeran li herêmê operasyon da destpêkirin û li ser vê yêkê di navbera HPG'iyan û leşkeran de pevçûn derket. Li gorî daxuyaniya Serfermandariyê ya têkildarî mijarê 4 leşker birîndar bûn.
Li gundê Yukari Tutek ê ku li quntarê çiyayê Tendûrekê yê navçaveya Giyadînê ya Agiriyê HDP û DBP'ê xwest şitilên daran biçînin û berî vê yêkê leşkeran li herêmê operasyon da destpêkirin. Di encama operasyonê de di navbera gerîla û leşkeran de pevçûn derket. Welatiyên ji bo bernameyê ji navenda Giyadînê ber bi gund ve derketin rê ji aliyê leşkeran ve pêşiya wan hate girtin û destûr nedan biçûn gund. Rayedarên leşkeran ji welatiyan re got li herêmê pevçûn heye û ji ber ewlehiyê ketin û derketina gund ji aliyê walîtiyê ve hatiye astengkirin.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Giyadînê Nurî Şahîn diyar kir ku ji bo çandina şitilan hatin gund lê bi biryar walîtiyê ketina wan a gund hate astengkirin. Şahîn anî ziman ku leşkeran ji wan re got li herêmê pevçûn heye û li herêmê 4 helîkopterên leşkerî li qadê difirin û lê li cihê lê heyîn dengê pevçûnê nayê. Têkildarî mijarê de Serfermandariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di bernameya hat organîzekirin agahiya dê "Propagandeya rêxistinê bikin" û "Ji bo welatî piştgiriyê bidin namzetan û deng bidinê dê zextan bikin" girtin li ser fermandariya Walîtiya Agiriyê Fermandariya Leşkeran a Agiriyê leşker sewqî herêmê kirin û li ser vê yêkê pevçûn derketin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama pevçûnê de 4 leşker birîndare bûn û ji herêmê re balafirên bêmirov ên keşfê, helîkopter û gelek yekîneyên komandoyê sewqî herêmê hatin kirin û pevçûn hêj didome.
(zt)
