Di hefteya 322'emîn de çîroka windakirina Hatîce Atalay hat xwendin

15:56

JINHA

AMED - Di hefteya 322'emîn ya xizmên windayan de çîroka windakirina Hatîce Atalay ya k udi 10'ê Îlonê de li navçeya Pîranê hatî windakirin hat xwendin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 322'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe li darxistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hate vekirin û wêneyên kesên di binçavan de hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên ÎHD, xizmên windana û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hemû kes kiryarên cînayetên li Kurdistanê pêk hatin dizanin.

Nûnerê ÎHD'ê yê herêmê Abdullselam Înceoren çîroka qetilkirina Hatîce Atalay a ku di 10'ê îlona 1996'an de li navçeya Pîranê ya Amedê ji aliyê tîmên teybet ve pêk hat vegot. Abdullselam nivîsa kurê Hatice Atalay Haci Atalay ya têkildarî qetilkirina dayîka xwe de nivîsandî xwend. Haci ji bo wendabûna dayîka xwe wiha nivisiye, "Dema ku diya min li baxçê bîstan avdida tîmên taybet ên li Girê Ziyaretê yên piştî Midûriyeta Polîsan hatin bicihkirin gulebaran kirin. Diya min di gulebaranê de birîndarbû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da."

Piştî 5 deqe runiştinê çalakî bi dawî bû.

(do/zt)