Li Wanê hember newekheviya zayendî perwerda di ferqêdebûnê
12:45
JINHA
WAN - Li Wanê bi pêşengiya KJA yê di bin gelek sernavan de li hember newekheviya zayendî perwerda diferqêdebûnê tê dayîn.
Di 1'ê nîsanê de li Wanê KJA yê dest bi kampanyeya bi duruşma "Jin jiyanê bi rêxistin dikin, civaka ehlakî û polîtîk avadikin" de hatiye despêkirin. Di çarçova kampanyayê de li Navenda Jiyana Jinan Rojîn ê perwerda zayendiya civakî tê dayîn. Li navend û navçeyan bi pêşengiya komusyona ji 5 kesan pêktê perwerde tê dayîn. KJA, HDPî DBP, Dayîkên Aştiyê, Kongra Îslama Demokratîk, KESK û endamên Şêwirmendiya Deruniya Jinan jî tevlî perwerdê bûn. Di perwerdê de mijarên weke zayendiya civakî, têgiha "jin" hişmendiya zayendiya jin û mêran îstismar û îhmalên zayendî gihandin û sekna malbatê hat nirxandin.
(zt)
