'Dê jin têkoşîna xwe ya kolanan bibin meclîsê’
12:46
JINHA
ENQERE – Jinan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya piştevaniyê ya namzetên jin ên HDP’ê yên Enqereyê dan, Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Semra Demîr nirxandina “Em ê bi namzetên xwe yên jin ve têkoşîna jinan a kolanê di 8’ê Hezîranê de bibin meclîsê” kir.
Namzetên jin ên HDP’ê yên Enqereyê li Telvîn Cafeyê di xwarinê de bi jinan re hatin cem hev. Di civîna ku Meclîsê Jinê ya HDK’ê li dar xist de namzetên jin ên HDP’ê Gulsen Ulker, Sangul Abdil Erol, Perîhan Kîraz, Nursel Guvendîr, Gulîstan Aydogdu, Îlknur Yilmaz û Munîbe Koç, namzeta Nevşehîrê Funda Temel, namzeta Kirikkaleyê Ayşe Durmuş jî beşdar bûn. Gelek jinên ku di saziyan de cih digirin jî beşdarî civînê bûn. Ji ber ku gelek jin beşdar bûn hin jin jî bi zarokên xwe re hatin, ji ber ku qerebalix bû hin jinan jî cih nedîtin.
Di civînê de Hevseroka HDP’ê yê Enqereyê Semra Demîr axaftineke kurt kir û wiha got: “Ev tablo coşa ku namzetên me yên jin derxistine holê nîşan dide. Nîşan dide ku namzetên me ji aliyê civakê ve hatine qebûlkirin.” Semra a nirxandina “Em weke jin di 8’ê hezîranê de di meclîsê de bin” kir wiha berdewam kir: “Îro şunde em têkoşîna jinan a li kolanan bibin meclîsî. Em di meclîsê de rengê jinê nîşan bidin.” Semra xwest ku jinên hatine heta 7’ê Hezîranê bixebitin û bi hevre serkeftinê bi dest bixin.
Piştre namzetên jin jî mafê axaftinê girtin û spasiyên xwe pêşkêşî beşdaran kirin û diyar kirin dê di meclîsê de bibin dengên wan.
(zt)
