Kiryarên cînayetên jinan cardin ne hatin darizandin
13:18
JINHA
STENBOL-PlatformaEm ê Cînayetên JinanRawestînin rapora xwe ya meha Tebaxê ya derbarê qetilkirinên jinan de aşkera kir. Di Tebaxa sala 2013’an de 26 jin hatine qetilkirin û der barê qetilkirinên jinan de dewletê yek daxuyanî ne daye. Li gorî rapora Platformê, li gorî mehen derbas bûyî, di vê mehê de cînayetên jina zêdetir bûne. Tundiya li ser jinê jî di heman demê de pir zêde bûye. Weke din ji aliyê dadger ve ne cezakirina kiryarên qetilkirinên jinan, hişt ku cînayetên jinan zêde bibin.
Polîs bêdeng diminîn
Platformê balkişan ser bûyera Çîlem Hulya Berkîl ku ji aliyê hevalê xwe yê zilam ve hat şewitan din û qetilkirin û wiha got: “Cardin Esra Yalçin ji aliyê hevalê xwe yê zilam ve hat qetilkirin. Bi van bûyeran ve girêdayî heya niha tu qatil ne hatine ceza kirin. Polîs jî li hemberî qetilkirinên jinan hesas tevnagerin.”
Platformê da zanîn ku AKP pirsgirêkên jinan ên weke bêkarî, perwerde û tendirustiyê çareser nake û wiha bi lêv kir: “AKP li ser bedana jinê hemû cureyên polîtîkayê qirêj bi kar tîne. Serokê SGK’ê Yadîgar Gokalp Îlhan bi gotina xwe ya “5 zarokan” destek daye polîtîkayên AKP’ê yên li ser bedana jinan. Ev yek pirsên weke “anîna 3-5 zarokan temam, lê rewşa qetilkirina 26 jinan dê çawan bibe?” tîne bira mirovan.”
Dê dîsa AKP hesap nede
Li gorî rapora meha tebaxê, “ji sedî 30 jin ji ber ku xwestine ji hevjinên xwe veqetin hatine kuştin. Ji sedî 23 jin ji ber hesudiyan, sedî 8 ji ber pirsgirêkên aborî, sedî 4 ji ber ku zilam red kiriye, sedî 12 jin jî sedema kuştina wan hêj nediyare.Wekî her meh di meha tebexê de jî jin ji aliyê hevjinên xwe ve hatine kuştin. Ji 26 jinên ku hatine kuştin, sedî 42’yê wê ji aliyê vevjinên xwe ve hatine kuştin. Sedî 15 ji aliyê hevalên xwe yên zilam, sedî 11,5 zilamên ku naskiriyê wan in, sedî 8 ji aliyê hevjinên xwe yên berê, sedî 7,5 ji aliyê zavayên xwe, sedî 4 ji aliyê birayên xwe, sedî 4 jî ji aliyê zilamên ku wan nasnakin ve hatine kuştin.Li Tirkiyeyê çiqas diçe tundiya zilam a li ser jinê zêde dibe û bi vê yekê ve girêdayî kuştina jinan jî zêde dibe. PlatformaEm ê CînayetênJinanbidin Rawestandin, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê kuştina jinan ji nedîtî ve dibîne û wiha hat gotin: “Dê hikûmeta AKP’ê dîsa hesabê kuştina 26 jinan nede. Jin her tim tên qetilkirin, mekanîzmayên edaletê ji bo kuştina jinan rawestîne dereng maye, lê dîsa jî divê demildest gav biavêje.”
(aw/pk)

