Li Rojava jin dibin hedefê mîlîtarîzmê û tên qetilkirin
16:11
JINHA
WAN-Jin û zarok di şerê Sûryeyê de bi mehan in hedef tên girtin. Gelê herêmê dibin hedefa çeteyên El Nusra yên girêdayê El Kaîde yê, jin jî di bin ‘mehra Cihat’ de rastî tecawizê tên. Her wiha jêkirina serê mirovan jî helal tê dîtin. Wekî di her şerê de, li Rojava jî jin dibin hedefa mîlîtarîzmê û tên qetilkirin. Nêzî salekiye ji ber komkujiyên li ser Rojava gel koçî dervayê welat dike, alîkariyên ku ji bo gelên Rojava yên li wê derê mane ku tên kom kirin, astengî tê derxistin û nayê şandin. Di van demê dawî de dê DYA ‘mudaxaleyê’ Sûryeyê bike. Ev jî bi gelan re fikaran çê dike.
Pêywirdara Fakulteya Ragihandina Zanîngeha Hacettepe yê Doçent Doktor Aksu Bora, pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd nirxan û diyar kir ku hem jinên kurd û hem jî jinên tirk xwedî li pêvajoya ku hatiye destpêkirin dertên. Aksu diyar kir ku herî zêde jin di bin bandora şer de dimînin û wiha axivî: “Ji ber ku gelek cûreyên ku xwedî pêvajoyê derkevin heye. Ya herî girîng jî polîtîkaye. Avakirina saziyên aştiyê, û bitaybetî jî pajeroja xwe re rû bi rû mayîn, ji ku jin tevli pêvajoyê bibin gelek girîng e.”
Aksu anî ziman ku ji bo Çeteyên El Nusra şoreşa jinê ya li Rojava bi dawî kin, bi taybetî êrîşê jinan û zarokan dike. Aksu got ku alîkariya herî mezin ji bo Rojava ew e ku jinên li Tirkiyeyê riyê alîkariyê yên ku asteng dibin, bi têkoşîna xwe vekin û nehêlin astengî derkeve. Aksu bibîr xist ku ew wekî jinên li Tirkiyeyê ji sala 1990’an û heta niha din ava polîtîkayê de ne û wiha got: “Ev pêvajoyek gelek zehmet e. Ji ber wê jî em hewl didin ku xwe bigihîjînin kesên ku dengê xwe dernaxin û nabînin. Ji bo ku em gel di der barê pêvajoyê de agahdar bikin, li Tirkiyeyê digerin û civînan pêk tînin. Divê ji bo pêvajoyê partî û saziyên bi rêxistin jî bixebitin. BDP ji bo çareseriya pêvajoyê gavên girîng avêt û em jî piştgiriyê didin BDP’ê.”
'hikûmet ji bo çareseriyê tu gav navêje'
Aktîvîsta Hewildana Aştiyê ya Jinan Nîlgun Yurdalan anî ziman ku pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo aştiyek mayîn de divê di destpêkê de komkujî, kumkujiyên jinan û heqîqet derê holê û wiha dom kir: “Di şerê heyî de ku hinek kes bêdengin, hinek kes jî dengê xwe bilind dikin, hikûmet ji bo çareseriyê tu gav navêje. Ji bo li herêmê şer mezinbe û kur be, li Tirkiyeyê û cîhanê hin aktor û îktîdar hene.”
Nîlgun bal kişand êrîşên çeteyan ên li şoreşa jinê ya li Rojava û wiha pêda çû: “Di têkoşîna neteya kurd de cihê jinan girîng e. Dema jin têkoşînê didin, ji aliyê hêzên qirêj ve rastî tecawiz, kuştinê tên û ji cih û warên xwe tên kirin û piştre jî wekê pênaber li ser erdnîgariyên din dijîn. Xwezî fermî be an jî ne fermî be bi her cûreyên çekan komkujî pêk tên. Pirsgirêkên ku jinên Rojava dijîn di heman demî de jî pirsgirêkên jinên Tirkiyeyê ye. Bi pirsgirêkên jinên ereb û kurd ku ji ber şer hatine Tirkiyeyê û wekî pênaber dijîn eleqederbûyîn gelek girîng e. Em wekî jinên femînîst û dijberên şer bi jinên pênaber re eleqeder nabin.”
Nîlgun da xuyakirin ku ne tenê li cihê şer, her wiha li cihê aştiyê jî têkoşîna jin her tim tê veşartin û wiha bi dawî kir: “Li cihê ku mîltarîzim bi hêz dibe, têkoşîna jinê jî li wê derê bi hêz dibe. Gelek şer li ser bedena jinan tê meşandin. Ji ber ku jin bi axê re dibe yek. Ji ber wê jî her tim zilam têkoşîna jinê li her derî dixwaze veşêre.”
(aw/pk)

