Keştiya penaberan binavbû: 400 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:37
Nîsan
15
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiya penaberan a ji Libyayê diçû Îtalyayê noqî avê bû. Keştiya ku 550 rêwiyê wê hebûn herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Keştiya penaberan a 550 rêwiyê wê hebûn, dema ji Libyayê derbasî İtalyayê dibû noqî avê bû. Di qezaya keştiyê de 550 rêwiyên ku di nava wan de zarok, kal û pîr jî hebûn, herî kêm 400 penaberan jiyana xwe ji dest dan. 150 kes jî ji aliyê yekîneyên Îtalyan ve hat rizgarkirin.
(zt)
