Li Çaldıranê civîna tekoşîna li hember şidetê
12:08
JINHA
WAN - Di çarçoveya kampanyeya KJA yê ya bi duruşma "Jin jiyanê rêxistin dike, civaka ehlaqî û polîtîk avadike" li Çaldiranê ji bo jinan civîn çêkirin.
Di çarçoveya kampanyeya ji aliyê Kongra Jinên Azad (KJA) yê ve bi duruşma "Jin jiyanê rêxistin dikin, civaka ehlaqî û polîtîk avadikin" li Navçeya Çaldirana Wanê ji bo jinan civîn li darxistin. Di civînên li taxên Qeymez û Kêra yê pêkhatin de Rojnameger Emel Armutçu, Seroka Komeleyên Jinan ya Tirkiyê Canan Gullu, Hevşaredara Çaldiranê Suna Atabay, Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Derya Gonul û xebatkarên Meclisa Jinan ya Çaldiranê jî di navê de gelek jin beşdar bûn.
(zt)
