Li Erdemitê meclisa jinan ya demokratîk tê avakirin
12:02
JINHA
WAN - KJA yê di çarçova xebatên xwe yên 'Ji herêmî ber bi giştî ve modela rêxistinkirinê' 'Meclisa Jinan a Demokratîk' li navçeya Erdemitan hat avakirin.
Xebatên Kongra Jinên Azad (KJA) yê li navenda Wanê navçe û gundên wê berdewam dike. Li gundên navçeya Erdemitan bê navber xebatên ji bo avakirina meclisên jinan berdewam dike. KJA yê piştî kongrê ramackiriye ku "Ji herêmî ber bi giştî ve modela rêxistinê avabike" bi heman armancê xebatên xwe yên ji bo "Meclisên Jinan yên Demokratîk" berdewam dike. Têkela KJA ya Wanê li kolan kolan û mal malan digerin û civînên "Meclisên Jinên Demokratîk" avadikin. Berî avakirina meclisan aktîvîstên KJA yê mal mal geriyan, sedem û giringiya avakirina meclisên jinan yên demokratîk vegotin û paşê jî bi civînên girştî yên jinan meclisên jinan avadikin.
(zt)
