Leyla Zana: Ji bo gelê kurd êdî bêj û gotin têr nake

13:02

 


JINHA


ENQERE – Parlementera Amedê Leyla Zana ku der barê hevdîtina bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re kir de daxuyanî da, got ku “Ji bo gelê kurd êdî bêj û gotin têr nake.”


 


Di navbera Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Parlementera Amedê Leyla Zana de hevdîtinek çêbû. Leyla, têkildarî hevdîtina ku naveroka wê dihat mereqkirin, li TBMM’ê civîna çapemeniyê pêk anî. Leyla got ku “Me ji Serokwezîr heta saziyên civakî yên sivî, ji gelekan daxwaza hevdîtinê kiribû. Ji destpêka serdema 24’an û vir ve, ji roja ku em ketin Meclîsê ve, daxwazên ji bo hevdîtinê hebûn.” Leyla, da zanîn k udi destpêka hevdîtinê de diyar kiriye ku wek keseke ku 21 sal berê li vê parlementoyê ji bo biratiya gelan sond xwariye, sozeke wê heye. Leyla ragihand ku ji wî re gotiye ku berî her tiştî, ji ber ku gelê kurd gel e, mafên wê hene û wiha pê de çû: “Min diyar kir ku civak digel hewldanên dîtina tirsên xwe, bi girtinên didomin, bi fikar e û pêdiviya wêbi gavên ji dil heye. Min diyar kir ku ji bo hawireke aştiyê ya bê navber, dive hemû kes gav bavêjin. Hewce ye ku tiştên hatine jiyîn û tên jiyîn, bi hemû aşkeratiya xwe deynin holê û li çareseriyê bigerin.”


‘Bila pêvajoya Osloyê bidome’


Leyla ragihand ku aniye ziman ku divê ji bo Komkujiya Roboskiyê lêborîn bê xwestin û wiha got: “Min got ku ev gelê em dibêjin lêborînê jê bixwazin, welatiyên dewleteke din nînin, yên we ne. Min got ku divê pêvajoya Osloyê bidome.” Leyla da zanîn ku li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî rawestiyaye û ev tişt gotin:


“Min diyar kir ku bi hêsanî dikare Birêz Ocalan bike hepsa malê. Min anî ziman ku kurdî ketiye nav dersên bijare, ev pêşketineke erênî ye, lê divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn. Birînên me vekirî ne û xwînî dibin. Lewma jî daxwazên ne rasteqîn, nikarin bersiv bibînin. Daxwaza ‘çek berdin, dev ji operasyonê berdin’, ji daxwazên ne rasteqîn in. Min ev destnîşan kir. Encama hewldaneke ku ji sala 2004’an de hatiye diyarkirin e. Di encama bendewariya civakî de pêk hat. Serokwezîr bi baldarî li hemû daxwazên me guhdarî kir. Ez di wê baweriyê de me ku ev hevdîtin dê tevkarî bide vekirina vê pêvajoya ku hatiye birîn, dê tesîreke baş li hatina aştiyê bike.”


‘Pêdiviya her kesî bi aştiyê heye’


Leyla anî ziman ku bi aqil, wîcdan û pêşdîtina xwe ya polîtîk tevgeriyaye. Leyla, diyar kir ku di aliyê dîrokî de ne girîng e ku hevdîtin di navbera kî û kê de çêbûye, ya girîng ew e ku encamên wê çi ne. Leyla pirsa “Ji bo pêşiya vê pêvajoya ku xitimiye bê vekirin em ê hê li hêviya mirina çend nifşan bimînin?” kir û wiha got:


“Têkoşîna bi rêya HEP, DEP, HADEP, DTP, BDP'ê hatiye meşandin, nîşan daye ku li ser van axan pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Ji bo vê yekê jî, ez, ew, yê/ya din, ferq nake. Hemû kes, hem gelê tirk, hem gelê kurd, hemû kes divê di nav aştiyê de cî bigirin.”


(ho)