Fatmanura 17 salî jiyana xwe ji dest da
15:11
Nîsan
16
/ 2015
Nûçe
JINHA
WAN - Li Taxa Serhat ya navçeya Îpekyolu yê di 28'ê sibatê de Fatmanur T., ya 17 salî bi îdiaya ku întihar kiribû rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Di 28'ê sibatê de bi îdiaya ku xwendekara pola dawiyê ya Lîseya Nene Hatun Fatmanur T., ya 17 salî întihar kiriye rakirin nexweşxanê hat zanîn ku di 9'ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Famanur ku di dema tedawiyê de mirina mejî jiyan kiriye rastî tindiya bavê xwe hatiye.
Lêpirsîna girêdayî mirina Fatmanur ya bi guman berdewam dike.
(zt)
