Li Samandag ê jinek dinê jî hat qetilkirin

12:15

JINHA

HATAY - Li navçeya Samandag ê ya Hatayê mêrekê jinek qetilkirin û yek jî birîndar kir.

Li gor agahiyên hatin girtin mêrê bi navê Mehmet Ali Bakimci yê ku demdirêj şidet li hevsera xwe kirî gule bera hevsera xwe Îpek Bakimci ya ku di lokontayekê de dixebite da û qetilkir. Li cihê bûyerê xwişka Îpek Ebru Taşar jî birîndar bû. Qtîl ji cihê bûyerê reviye, Ebru jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxanê.

Ji bo otopsiyê cenazê Îpek Bakimci rakirin Morga Tiba Edli.

(zt)