‘Semah azadiye em ji bo Sakîne bigerînin’
16:32
Hîcret ÇÎFTÇÎ - Mîzgîn TABU /JINHA
DERSÎM-Jinên Dêrsimî, di pêşengiya Tavgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH)'ê de, di şexsê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin de bi şîara, "Hezar jin yek Semah, yek Sakîne hezar jin" di 7’ê îlonê de li Jara Gola Çeto bi hezaran jin hatin gel hev.
Elîf Taş ku ji Almanyayê beşdarî çalakiyê bû keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: “Çara yekemîne ku çalakiyeke wiha te li darxistin. Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna jinan bû. Heval Sakîne li girtîgeha Amedê têkoşînek mezin da. Wê hemû jiyana xwe fedayê têkoşînê kir û wisan çû serê çiyayan.” Taş diyar kir ku wê Sakîne li Awrupayê naskiriye û wiha got: “Xwezî me bikariya ku em hemû jin biba weke Sakîne. Divê Sakîne bibe sembola axa Dêrsimê. Sakîne sembola jinên Kurdistanê tevaye. Divê em gelê Dêrsimê û jinên Dêrsimê har daîm xwedî li vê pêşenga xwe derbivin.”
‘Sakîne rûmeta gele xwe bû’
Emoş Atmaca jî derbarê semaha ku hat li darxitin de axivî û wiha biv kir: “Sakîne can û cigera me bû. Rûmeta welat û gelê me bû. Dema ku min li semahê temaşe kir, di aliyekê de pir keyfa min xweş bû, lê di aliyê din de rondik ji çavên min hatin xarê. Bila êdî tu dayik hêstiran ne barînin û dilê tu dayikên din ne şewite. Ji bo vê yekê divê dewlet gavan biavêje. Aştiyeke yek alî tu carî bi ser nakeve. Ji ber vê divê dayikên leşkeran jî ji bo zarokên xwe aştiyê bixwazin. Min êşa kezebê dîtiye. Ez zarokê xwe tenê di xewnên şevan de dibînim. Dema ez ji xew radibim, mezê dikim ku kes li dora min tuneye.”
‘têkoşîna Sakîne ji xwere esas digirim’
Jina bi navê Sakîne Erturk jî anî ziman ku wê jî zaroka xwe di nava têkoşînê de winda kiriye û wiha axivî: “Lê êşa Sakîne ji hemûyan girantir bû. Ez weke jinekê têkoşîna Sakîne ji xwere esas digirim. Me hîna kojerên wê ne dîtin. Ev yek ji mere bû weke dert. Lê ji bo ev dert di dilê me de nemîne, em ê têkoşîna xwe bi domînin. Semaha ku li vê derê hat li darxistin, pir bi coş û kelecan derbas bû. Divê hemî jin di rêya Sakîne de bi meşin. Jinên ku bi salan ne karin dengê xwe derbixin û dibin zextên mezin de bûn bi têkoşîna Zîlan, Sakîne û Bêrîtanan der ketin qadan û îro daweya mafê xwe dikin.”
‘Ji bo me rûmet bû’
Elîf Ozturk ku ji Komelaya Pîr Sultan Abdal a li Tuzluçayira Enqereyê hat başdarî semahê bû diyar kir ku ew ji vê semahê gelek bi hestiyar bûye. Ozturk dest nîşan kir ku ji bo Sakîne geradina semahê, ji wê Rûmetekebû û wiha got: “Divê hemû jin di rêya Sakîne de bi meşin û bibin xwedî têkoşînek mezin. Elewî bi salane tên bin pê kirin û hîna ev binpêkirin didome. Em xwe bikin yek û em hêza xwe xurt bikin.”
Ruken Aslan ku ji Komeleya Pîr Sultan Abdal a Amedê hat tev li çalakiyê bû jî qetilkirina Cansiz bi tundî şermezar kir. Aslan diyar kir ku ji bo Sakîne semah gerandin, ji bo wê rûmeteke.
(aw/pk)

