Li Çaldıranê zaroka 7 sali yê rastî êrîşa zayendî hati li emniyetê tê rawestandin!
14:11
JINHA
WAN – Hat zanîn ku zaroka keç ya 7 salî ji aliyê esnafê êrîşkar Zeki E. ve rastî êrîşa zayendî hatiye. Êrîşkar hat binçavkirin, zaroka keç li gel diya xwe jî ji bo îfadegirtinê li emniyetê tê rawestandin.
Hat zanîn ku li Çaldiranê zaroka keç ya 7 salî rastî êrîşa zayendî hatiye. Li gorî agahiyên hatin girtin Zeki E. yê li taxa Beyazit esnafiyê dike îstismara zayendî kiriye. Zaroka rastî tacîzê hatî li gel malbata xwe çune emniyetê û gilî kirine.
Tacîzkar sewqî edliyê hat kirin
Di lêpirsîna ku duh di saetên şevê de hatî kirin de Zeki E. îro sewqî Edliyeya Çaldiranê hat kirin. Li galiyê dinê zaroka keç li gel diya xwe ji bo îfadedayînê ji serê sibê de li Muduriyeta Emniyetê tê rawestandin. Hat zanîn ku bêyî alîkariya derunî ji serê sibê de zarok li emniyetê tê rawestandin.
Li benda parêzerên baroyêne
Li ser bihîstina bûyerê Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Derya Gonul çuye Muduriyeta Emniyetê. Li gorî hat zanîn polîsan ji Derya re gotiye: "Hîna lêpirsîn berdewame, ew li benda parêzerên baroyê û derunasên zarokanin."
(zt)
