'Bila rêxistina jinan dengê qêrîna jinan bibihîsin'
10:32
Şehriban Aslan- Nişmiye Guler / JINHA
WAN - Çîroka jiyana A. S ya bi zorê hatî zewicandin, paşê bi salan rastî şidetê hatî, ji çîrokên jiyana bi milyonan jinan tenê mînakeke. A. S ji bo tiştên jiyayîn carekdinê nejî ji rêxistinên jinan alîkariyê dixwaze. A. S bang li rêxistinên jinan yên sivîl kir û got: "Bila rêxistinên jinan dengê qêrîna jinên di malan de bibihîsin."
Rêbaza çîroka jiyana A. S ya 51 salî ya zewaca bi zorê, sepandin pir zewacê, şidet û hemû cureyên tindiyê dîtî. Li gorî vegotina wê dema ku 18 salî bûye ji aliyê malbatê ve bi darê zorê hatiye zewicandin. A. S ji ber zoriyên civakî li hember tindiya ser wê hatiye kirin derneketiye. Dema ku A. S bûye dayîka 8 zarokan zoriya li ser wê hîn zêde bûye. A. S ya ku her dem ji hevserê xwe şidet dîtiye dema ku îtiraz kiriye her dem ji aliyê malbatê ve hatiye bêdeng kirin. A. S di dawiyê de li hember hewiya ku herserê wê ser aniye raperînê dike, ji bo ku bikare xwe li jiyanê bigire û koletiyê neke alîkariyê dixwaze.
Bi zorê hat zewicandin
A. S ya ku dema 18 salî bûye ji aliyê malbatê ve bi zorê hatiye zewicandin û piştî zewiciye şidet dîtiye wiha dibêje: "Hevserê min hem ser min û hem jî ser zarokên min şidet kiriye, heta gotinên ku nayên gotin ji bo min û zarokên min gotiye. Min dixwest jê xilas bibim lê ji ber zarokên xwe min nedikarî. Gelek caran hevserê min diçu Îranê di înşihatan de dixebitî. Dema ku di xebitî bi jinek Îraqî re hev nasdikin û bi mahra mela li gel dizewice. Ez gelek pişre hînbûm ku hervserê min zewiciye. Hevserê min hewilda ser min hewiyê bîne."
'Min jiyana pir zewacî ne pejirand'
A. S ya ku ticarî ser xwe hewî nepejirandiye wiha dibêje: "Herî zêde malbata hevserê min alîkariya wî dikir. Ewlehiya xwe ji malbata xwe digirt evqas ser min de dihat. Di dawiyê de hevserê min ser min hewî anî. Dema ku hewî ser min anî şideta ser min û zarokên min jî zêde bû. Xwest min ji mala min bavêje. Ti niyetên min yê ez mala xwe ji wan re bihêlim nebû. Ji ber min û zarokên xwe bi kedek mezin mal avakiriye. Dema ku ez ji mala xwe derneketim hevserê min hewiya min girt û çu Îraqê."
'Bila rêxistinên jinan dengê qêrîna wê bibihîse'
A. S anî ziman ku hevserê wê hatiye, cardin tê malê û diçe, ew naxwaze carekdinê heman tiştî bijî. A. S dixwaze ji jiyana salan ya weke qeder jêre hatiye diyar kirin rizgar bibe û ji bo rizgariyê jî ji saziyên jinan alîkariyê dixwaze. A. S da zanîn ku divê jinên di nava rêxistiyên jinan de cîh digirin zêdetir li gel jinên nava civakê debin û wiha dom kir: "Bila êdî jinên di nava rêxistinên jinan de dixebitin ji nava saziyên xwe derkevin û bibînin bi milyonan jin çî jiyan dikin. Ez bawerim agahiya gelek jinan ji saziyên me yên jinan nîne hene tunene. Bila êdî saziyên jinan dengê jinên dinê bibihîsin."
(zt)
